Şêniyên Efrînê salvegera şoreşê pîroz kir

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê salvegera 9'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir.

Şêniyên Efrînê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên Efrînê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên Efrînê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên Efrînê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên Efrînê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên Efrînê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên Efrînê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên Efrînê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên Efrînê salvegera şoreşê pîroz kir
16 tîrmeh, 2021   19:48
ŞEHBA

Şahî bi dirûşmeya "Bi rihê 19`ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" ji aliyê Meclisa Kantona Efrînê ve hate lidarxistin.

Şahî bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li qada kampa Serdemê ya gundê Til Sosîn a navçeya Ehdasê ya Şehbayê hate lidarxistin.

Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên YPJ, YPG, Kongreya Star û pankartên bi nivîsên"Bi rihê 19`ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bidin û serkeftinê misoger bikin"," Bi şerê gelê şoreşgerî û bi wêrekiya gerîla em ê dagirkerî û xiyanetê têk bibin" û " Bêyî azadiya Rêber Apo projeya neteweya demokratîk temam nabe" hate xemilandin.

/ar/uploads/files/2021/07/16/183643_shyraz-hmw.webp

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê Rêveberiya Herêma Efrînê hevseroka Melisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û ev xal lê zêde kir:"Piştî dagirkirina bajarê Efrînê berxwedana gelê Efrînê li kantona Şehbayê derbeyên mezin li dagirkeriyê xist, bi saya berxwedana gelan siyasetên dewleta Tirk ku hewldana têkbirina vîna gelan dike, têk çûn."

Şîraz Hemo ev li gotina xwe zêde kir:"Gelê şopdarê rêya şehîdên xwe bin û şoreşan li dar dixin, siyaseta dijmin çawa be jî tu kes nikare wan têk bibe."

Şîraz Hemo ev nirxandin kir:"Bi rihê berxwedana 19`ê Tîrmehê em li ber xwe didin û ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava em şer dikin, Efrîn yek ji destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye û dê bimîne jî, ji ber ku em bi rihê berxwedana 58 rojan li Şehbayê li ber xwe didin û heta rizgarkirina Efrînê em ê berxwedanê berdewam bikin."

/ar/uploads/files/2021/07/16/183852_alyf-shykh-mhmd.webp

Bi navê Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Elîf Şêx Mihemed axivî û salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û got: "Ev şoreş temsîla rihê rastîn ê berxwedana li dijî tevahiya şeklên terorê û tundrawê dike ku bi pêşengttiya jina têkoşer û ciwanên şoreşger pêk tê û di sedsala 21`ê de ji mirovahiyê re bû meşeleya hêviyê û kaniya azadiyê."

/ar/uploads/files/2021/07/16/183555_hsyn-khany.webp

/ar/uploads/files/2021/07/16/183713_nwrz-slyman.webp

Paşê hunermend Hisên Xanê û hunermed Newroz Silêman çend stran gotin, koma Kampa Serdem a Govendê çend govendên foklorîk pêşkêş  kirin.

/ar/uploads/files/2021/07/16/183615_ryzan-bkr.webp

Şahî bi stranên hunermend Rêzan Bekir û Mihemed Belko û gerandina govendê bi dawî bû.

(eh)

ANHA