Pêşengtî û têkoşîna jinan di nava 9 salên şoreşê de

Şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê neh sal li pey xwe hiştin. Tevî bi dehan êriş, komkujî, şerên taybet û ambargoyan jî şoreşa jinan zindî ye û hewl dide tecrubeya xwe belav bike û têkoşînê geştir bike.

Pêşengtî û têkoşîna jinan di nava 9 salên şoreşê de
16 tîrmeh, 2021   23:43
QAMIŞLO – CÎHAN BÎLGÎN – SOLÎN EHMÊ

Jinan di 19’ê Tîrmeha 2012’an de çirûska destpêkeke nû vêxist. Zîhniyeta baviksalar 9 sal e dixwaze vê şoreşê têk bibe û îzole bike lê belê bi têkoşîn, sebir û hêvî li ber xwe dide, bi pêş dikeve û mezin dibe.

Fîlozofa şoreşger Rosa Luksemburg ji bo serdestên ku hewl didin dîrokê, bîrdariyê û siberojê tune bikin, dibêje "Ez hebûm, heme û ez ê hebim." Ev şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nikare wekî tesaduf an encamek e konjonkturel bê dîtin. Ev şoreş şoreşek e ku dema ku şert û mercên guncaw bibîne, berhevbûna dîrokî pêk tê.

Biryardariya rêber Abdullah Ocalan a "Dîrok di îro de veşartî ye û em di destpêka dîrokê de veşartî ne" dide xuyakirin ku dîrok û dema niha bi hev ve çawa girêdayî ne.

BI YEKITIYA STAR RE DESTPÊKEKE NÛ

Tevî dîroka jinên ku hewl didin werin tunekirin û bêrêxistinkirin ku ev pêşengiya sereke ya şoreşa jinan e, di sala 2005'an de bi avakirina Yekitiya Star re yekemîn sazûmaniya jinan a Rojava dest pê kir. Yekitiya Star bû banê herî jor ku rola jinan di avakirina civakî de misoger dikir. Ev rêxistin bi tecrubeya 40 salan a şer ji aliyê jinên Kurd ve hate avakirin.

JI BINDESTIYÊ BER BI ŞOREŞA JINAN VE

Yekitiya Star ji ber kiryarên wê yên faşîzan û bêrêziya li jinan a hikumeta Şamê, neçar ma ku xebatên xwe bi dizî bide meşandin. Vê yekê heta 19'ê Tîrmeha 2012'an dewam kir. Jinan destpêkê li Kobanê çek hilgirt, li bajarê Arîn Mîrkan ku Erdogan got 'ha ket, ha dikeve' û lê faşîzm hilweşand. Di dewreyên perwerdeyê de jinan xebatên hişyarkirinê didan kirin, lê wan jî dest bi pêşxistina rêxistinên xweparastinê kir. Gavên destpêkê li ser rêya şoreşê hatin avêtin. Têkoşîna mafdar a gelan bandoreke zêde diafirand. Bayê şoreşê ji gundan ber bi bajaran ve herikî û her kesî, her tiştê ku di nava tarîtiyê de bû, bi vê şoreşê re gava destpêkê ya azadiyê avêt. Dem ew dem bû ku ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve biherikin. Dîrok bi lez û bez ji bindestiyê ber bi şoreşa jinan ve diçû.

Li herêmên rizgarkirî destpêkê saziyên jinan hatin avakirin. Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rihan Loqo got: "Şoreşa jinan di nava şoreşê de hate afirandin."

‘HEMÛ DESTKEFTIYÊN ME DI BIN ÊRIŞAN DE BI DEST VE HATIN’

Yekitiya Star di 25'ê Sibata 2016'an de li ser esasê mezinbûna birêxistinkirina jinan li herêmê û berfirehkirina xebatan bû Kongreya Star. Kongreya Star saziyeke civakî ye ku hemû pêkhateyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihewîne. Komîn û kooperatîfên jinan ên ji aliyê şoreşê ve hatin avakirin, tevî zîhniyeta ku jinan paşguh dike, di nava kevirên jiyaneke alternatîf û nû de bûn. Hemû destkeftiyên di bin êrişên dagirkeriyê de hatine bidestxistin, zindî bûne. Endama Kongreya Star Rihan Loqo serkeftina şoreşê bi berxwedana mafdar a jinan pênase kir. 

'EM DI QONAXA PERWERDEKIRINA KESAN Û CIVAKÊ DE NE'

Rihan Loqo dibêje pergala civakî ya bi pêşengiya jinan ji bo wan xeyal bû lê belê ew bi şans in.  Rihanê destnîşan kir ku pîvanên azadiyê hemû jinan tîne cem hev û ev yek bi xwe destketiyeke mezin e û got: "Em her tiştî bi xwe dikin. Ji bilî perwerdekirina xwe, em civaka xwe jî perwerde dikin. Takekes malbatê, malbat civakê, civak gel bi rêxistin dike. Em niha di pêvajoya perwerdekirina kes û civakê de ne. Bi her rengî êriş li têkoşîna me ya jinan tê kirin. Dixwazin bi şerê me yê li dijî rêbazên şerê taybet re dîrokê çêkin. Lê belê berxwedana me ya 9 salan îspat kir ku têk çûne û dê bi ser nekevin."

‘BIRÊXISTINKIRIN Û PARASTINA JINAN ERKA ME YA SEREKE YE’

Rihan Loqo diyar kir ku li dijî herêma wan şerekî taybet ê berfireh heye û destnîşan kir ku êrişên giran li dijî herêmê û pergalên wê pêk hatine û hedefgirtina jinan bi siyaseta desteserkirina jinan ve girêdayî ye û got: "Li gel têkoşîna li dijî fealiyetên MÎT'ê, şerê taybet û êrişên dagirkeriyê em jî li dijî hişmendiya mêrsalar şer dikin. Li herêmên me hîna qetlîamên jin û zarokan hene. Ev ji bo me mijara xwerexnekirinê ye. Birêxistinkirin û parastina hemû jinan yek ji girîngiyên me yên sereke ye. Têkoşîna me hê jî didome û wê bidome."

'ÊŞA JINEKÊ ÊŞA MIN E, KUŞTINA JINEKÊ KUŞTINA MIN E'

Bi birêxistinbûn û perwerdeya navxweyî ya jinan, di nasandina xwe, civaka xwe û dîroka xwe de pêşketineke mezin bi dest xistin.

Akademiyan wek saziyên bingehîn ên di pêşxistina vê asta perwerdeyê roleke diyarker lîst. Yekemîn ji van akademiyan di sala 2012 'an de bi navê Kogreya Star hate vekirin. Niha bi giştî 10 akademî di perwerdeya jinan de valahiyeke girîng dadigirin.

Bi hezaran jin di van akademiyan de hatin perwerdekirin. Ji endamên Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Bêrîvan Yûnis diyar kir ku perwerdeyên wan bi dirûşma 'Êşa jinekê êşa min e, kuştina jinekê kuştina min e' çêbûne û got: "Em li hemû qadan şer dikin. Yek ji pêdiviyên têkoşîna me perwerde ye. Em hewl didin hemû beşên civakê perwerde bikin. Lê dîsa jî di nava civakê de helwestên zayendperest hene. Ev pirsgirêkeke bingehîn e. Bi tenê bi rêya perwerdeyê em ji vê zîhniyetê rizgar dibin. Di pêşketina komunên me yên resen de jî qelsî hene. Her ku em têkoşîna li dijî wê mezin dikin, kontra jî bêhtir tên pêşxistin. Dînamîka bingehîn a civakê dikin hedef. Lê belê em bi tu awayî tawîzê ji têkoşîna xwe nadin û em ê bi pêş ve herin." 

XEBATÊN DÎPLOMASIYÊ

Karê dîplomasî roleke girîng di danasîna şoreşa jinan de dilîze. Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star Rûken Ehmed diyar kir her ku tifaq û têkiliyên di navbera gelan de bi pêş dikevin, şoreş dikare dengê xwe bibandortir li cîhanê belav bike. Rûken Ehmed got: "Heke şoreş bi herêmekê re sînordar bin, dê bixeniqin. Di çûn û hatina şandeyan a li herêmê de pirsgirêk hene. Gelek şande ji bo derbasî herêmê bibin, hatin astengkirin. Divê em bi salan li bendê bin ku buroyekê vekin. Ev 2 sal e em dixwazin li Berlînê buroyeke Kongreya Star vekin, lê belê ji ber ku wek saziyeke siyasî dibînin, destûr nayê dayîn."

JIN DÊ TÊKILIYÊN XWE BI JINÊN ROJHILATA NAVÎN RE XURTTIR BIKIN

Rûken Ehmed dibêje heke li herêmê têkoşîneke aktîf neyê kirin, dîplomasî bi tena serê xwe encamê nade. Rûkenê diyar kir ku ji ber zextên hikumeta Şamê nikarin bi jinên li Sûriyê re têkiliyên xurt deynin û destnîşan kir ku dê îsal bi taybetî bala xwe bidin ser têkiliyên bi jinên Rojhilata Navîn re.

ABORIYA KOMUNAL

Di şoreşa jinan de hemû aliyên jiyanê bi destê jinan hatine hûnandin. Di heman demê de ji bo aboriyê jî modela aboriya komunal esas digire. Di sala 2015'an de piştî civîna Yekitiya Star, bi avakirina yekemîn Komîteya Aborî ya Jinan re hîmên aboriya jinan hatin danîn. Qutkirina girêdayîbûna bi derve re û zêdekirina hilberînê dîsa bingeha xebatên aborî ye ku bi pêşengiya jinan hatine pêşxistin.

Erdnîgarî ji bo hilberînê jî gelekî guncaw e û di seravanî û sewaldariyê de gavên girîng hatine avêtin. Jinan dest bi însiyatîfên di warê tekstîl û cilan de jî kiriye û li ser esasê hilberîna hevbeş li Hesekê, Kobanê û Rimêlanê atolyeyên tekstîlê ava kirin. Berhemên ku di van atolyeyan de tên hilberandin, li 4 dikanên li Kobanê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Girkê Legê tên firotin.

‘EM Ê AKADEMIYÊN ABORIYÊ VEKIN'

Li gorî agahiyên Komîteya Aboriyê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 383 jin di 9 kooperatîfên çandiniyê yên herêmê de dixebitin, 32 jin di kooperatîfên konserveyê de, di 13 kooperatîfên tendûr û firinan de 40 jin, 54 jin li 4 terzîxaneyan, 11 jin li firneya Arî ya Dêrazorê, 10 jin di kargeha xwarinê de, 8 jin di 2 kooperatîfên mirîşkan de dixebitin.

Endama Komîteya Aboriyê ya Jinan Armanc Mihemed dibêje ew hewl didin kêmasiyên di qada kooperatîfê de derbas bikin, her wiha dê akademîyên aboriyê jî ava bikin.

RUHÊ ŞOREŞÊ: HÎLALA ZÊRÎN

Şoreş û ruh xwe bi çand û hunerê hildiberînin. Bi şoreşê re jin ne tenê di aliyê aborî de, di heman demê de ji bo jinên ku ji aliyê serdestan ve hatin qetilkirin û ji bo xebatên xwe yên çand û hunerê jî berheman hildiberînin.

Endama Rêveberiya Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mihemed dibêje beriya şoreşê civak ji ber şerm, sinc, zîhniyeta qedexekirinê û zextên hikumeta Şamê neçar ma ku xebatên xwe bi veşartî bikin û wiha pê de çû: "Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re di warê çand û hunerê de derfetên mezin derketin holê. Em jin jî dixwazin çanda neteweya demokratîk ku îro pêşengiyê jê re dikin, bi pêş bixin."

'QADA ÇANDÊ QELS MA'

Rûken Mihemed diyar kir ku wan bi perwerdeya li akademiyan dest pê kiriye û xebatên xwe parve dikin û got: "Em dixwazin çanda hemû gelên li herêmê lêkolîn bikin. Ji bo vê jî perwerde tên dayîn. Kevana Zêrîn di sala 2016'an de ji bo birêxistinkirina xebatên çandî yên resen avabûna xwe ragihand . Navendên me li 4 kantonan dixebitin û komîteyên me li hemû bajaran dixebitin. Xebatên me herî zêde di warê hunerê de bi pêş dikevin. Lê xebatên me yên çandî kêm in, divê em vê yekê qebûl bikin. Em dixwazin bi vekirina akademiyên çandî re hevsengiyekê di navbera çand û hunerê de çêbe."

ŞERÊ LI DIJÎ ‘ŞERM’AN DEWAM DIKE

Rûken Mihemed diyar kir ku xebatên wan ên li dijî qirkirina çandî bi pêş ve diçin û got: "Bi dehan jinên nivîskar û helbestvan hene ku nayên zanîn. Gelek nivîskar an jî helbestvan ji ber hişmendiya mêrsalar nasnav bi kar dianîn. Bi şoreşê re bikaranîna nasnavan hate rakirin. Gelek lêkolînên me hene ku ji bo nivîsandinê cesarete didin jinan. Em li dijî zîhniyeta mêran şerê 'şerman' dikin. Em hewl didin nifşê pêş perwerde bikin. Kevana Zêrîn û beşa zarokan jî di nav de cih digirin. Berê dayikan çîrok digotin, lê niha zarok çîrokan dibêjin û dayik guhdarî dikin. Ev pir xweş e. Tevî hemû astengiyan jî êdî çanda me ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe. Em li dijî şerê taybet şer dikin."

ZANISTA ŞOREŞA JINAN; JINEOLOJÎ

Jineolojî ku zanisteke civakî ye, di heman demê de wek zanista şoreşa jinan tê dîtin. Di sala 2015 'an de di çarçoveya şoreşa jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi kar kir.

Yekemîn akademiya jineolojiyê di 17'ê Tîrmeha 2017'an de li Efrînê hate avakirin. Li Dêrik, Minbic, Hesekê û Kobanê akademiyên zanista jineolojiyê hatin vekirin. Li navendên ku li Minbic, Hesekê, Kobanê, Şehba, Dêrik, Reqa û Helebê hatin vekirin, jineolojî ji bo rêgezên jiyana azad a hevseng û zanista jinan li civakê belav bikin, dixebitin.

Di zanîngehên Rêveberiya Xweser de beşên jineolojiyê yên 2 salane hene. Mamosteyên ji zanîngehê mezûn dibin, di navendên lêkolînê yên jineolojiyê de kar dikin. Jineolojî wek perwerdeyê li akademîyên eslî û giştî tê dayîn. Perwerde li ser metodolojiyê pêk tê.

Her wiha tê payîn ku pirtûka ku ji aliyê endamên akademiya jineolojiyê ve li ser rê û rêbazên cuda yên lêkolînkirna pirsgirêkên civakî ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye amadekirin, di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de were nasandin. 

YPJ Û XWEPARASTINA JINAN

Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bû ku şoreşa Rojava anî rojeva cîhanê, hêza xweparastinê ya jinan a li herêmê û serkeftina wê ya li qada leşkerî nîşan da. Rêxistina jinan jî di konferansa  yekemîn a YPG'ê ya sala 2012 'an de hate avakirin. YPJ'ê di konferansê de ku di 4'ê Nîsana 2013'an de hate lidarxistin, bi tevlêbûna 200 şervanên jin ên ji bo birêxistinkirina hêza xweser a jinan, hat avakirin.

Navendên YPJ'ê bi şêweyê fermandarî, meclisên leşkerî, akademî û tabûran hatin birêxistinkirin û di heman demê de têkoşîn û lehengiya şervanên YPJ'ê di berxwedana Kobanê de çavên cîhanê vegernadin wê derê. Bi demê re jinên Ereb, Suryan, Ermen, Çerkez, enternasyonalîst tev li YPJ'ê bûn, di heman demê de şervanên YPJ'ê di hemû pêngavên rizgarkirinê de li pêş bûn.

YPJ wek artêşeke jinan mezin bû, êdî bi biryardariya xwe ya têkoşînê û rola xwe ya pêşengiyê di nava şoreşê de li her dera cîhanê di kovar, fîlm, pirtûk û stranan de jî cihê xwe digirt. Tevî hemû xebatên antîpropagandayê yên hêzên antîşoreşger jî YPJ'ê sînor derbas kirin û ji bo hemû jinên ku bi rastî jî ji bo azadiyê tê dikoşiyan, bû navend. Ji ber ku şoreş mezin bû û civakî bû, rêxistinên mîna Hêzên Parastina Civakî -Jin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin ava bûn û li hemû qadên civakê hêza parastina jinan ava kirin.

ANHA