​​​​​​​Li Til Temirê zêdetirî 100 hezar mirov ji av û kehrebeyê bêpar in

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temir diyar kir ku ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên aktîv ên li herêmê, zêdetirî 100 hezar mirov li Til Temirê bê av û kehrebe ne.

​​​​​​​Li Til Temirê zêdetirî 100 hezar mirov ji av û kehrebeyê bêpar in
17 tîrmeh, 2021   00:45
HESEKÊ- DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî şerê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ji wan rêbazan qutkirina av û kehrebe li ser şêniyan e.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temir Ciwan Mele Eyûb ji ANHA'yê re axivî û got: "Ji dema ku dewleta Tirk gihiştiye nêzî herêmê ve, navçeya Til Temirê bi domdarî û bi awayekî mezin tê tengavkirin, ev yek bi rêya qutkirina av û kehrebeyê pêk tê, ji zêdetirî du heman ve av li ser herêmê qut kiriye."

'100 HEZAR KES LI TIL TEMIRÊ JI AV Û KEHREBEYÊ BÊPAR IN'

Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi qutkirina avê zêdetirî 100 hezar şêniyên herêma Til Temirê dike armanc û got, êdî şêniyên herêmê ji bo vexwarinê ava bîran bi kar tînin, ev yek dibe sedema nexweşiyan ji ber ku ava bîran ji bo vexwarinê neguncaw e.

Mele Eyûb wiha lê zêde kir: "Herêm êşeke din dikişîne, ew jî qutbûna kehrebeyê ye, li herêmê bi qet kehrebe tune ye, ji ber dewleta Tirk li gel bilindbûna pileya germê ava çemê Firatê qut kir."

' HÊZÊN GEARANTOR ERKA XWE YA EXLAQÎ Û MIROVÎ PÊK NAYNIN'

Mele Eyûb diyar kir ku hêzên garantor ên li herêmê erka xwe ya mirovî û exlaqî pêk naynin û got:" Dagirkeriya Tirk bi her awayî hewl dide ku zextê li Rêveberiya Xweser bike û kaxezên herî girîng kubikar tîne stasyona Elok e."

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku di navbera hemû hêzên li herêmê de lihevkirinek hevbeş heye ku zextê li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê û Rêveberiya Xweser bikin da ku armanc û berjewendiyên xwe pêk bînin.

(dx)

ANHA