Dewleta Tirk dewriyeyeke hêzên polîsên beravî yên Qibrisê kir hedef

Keştiyeke Tirk gule li keştiyeke hêzên polîsên parastina beravî yên Qibrisê berand dema ku dewriyeyeke asayî pêk dianî.

Dewleta Tirk dewriyeyeke hêzên polîsên beravî yên Qibrisê kir hedef
16 tîrmeh, 2021   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Qibrisê di berbanga sibê de keştiyê tirk gule li dewriyeyê berandiye.

Ajansa ku agahiyên xwe dispêre hêzên polîsan, dewriye ji 3 endamên hêzên polîsên parastina beravî pêk dihat. Dema bi erka xwe radibû, dûrî bendera Kato Pyrgos Telleria bi 11 mîlan rastî keştiyeke hêzên polîsên deryayî ya tirk hatiye.

Ajansê bi bîr xist ku keştiya qibirsî ji ber êrişa keştiya tirk xwe spartiye jêrzemîna nêçîriyê ya li Kato Pyrgos Telleriayê.

Beriya du mehan dewleta Tirk gotibû wê bîrên din li herêma li ser wê bi Qibrisê re bi nakok e bikole.

(şx)