Fransa: Têkildarî Lubnanê dê kongreyeke navneteweyî were lidarxistin

Wezareta Karên Derve ya Fransayê ragihand ku dê 4'ê Tebaxê derbarê pêwîstiyên gelê Lubnanê de kongreyeke navneteweyî were lidarxistin.

Fransa: Têkildarî Lubnanê dê kongreyeke navneteweyî were lidarxistin
16 tîrmeh, 2021   13:22
BEYRÛT

Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi însiyatîfa Macron û Neteweyên Yekbûyî dê 4'ê Tebaxê kongreyeke navneteweyî ji bo bersivdayîna daxwazên gelê Lubnanê were lidarxistin.

Fransa bang li Lubnanê kir ku di demeke nêzîk de serokwezîrekî  hilbijêrin, piştî ku Seed El-Herîrî li ser avakirina hikumetê lêborîn xwest.

Di 4'ê Tebaxa 2020'î de teqîneke mezin li bendera Beyrûtê rû da, di encamê de derdora 190 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 hezar û 500 kes birîndar bûn, her wiha tax bi temamî wêran bûn.