`Gelo heta kengî cîhan wê sûcên dewleta Tirk paşguh bike?`

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê sûcên dagirkeriya Tirk li dijî goristanên şehîdan li Efrînê şermezar kir. Her wiha meclisê bang li rêxistin û saziyên navneteweyî kir ku rê li pêşiya dewleta Tirk bigirin û sûcên wê bidin rawestandin.

`Gelo heta kengî cîhan wê sûcên dewleta Tirk paşguh bike?`
16 tîrmeh, 2021   13:04
TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê îro li goristana şehîdan a bajêr daxuyaniyek da raya giştî. Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulhekîm El-Hisên daxuyanî xwend.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got: “Em bi baldarî komployên li dijî pêkhateyên herêmê û malbatên şehîdan dişopînin. Komplogeran ne tenê herêmên me dagir kirin, sivîl kuştin û milkên wan talan kirin, lê belê cureyên zulmê yên herî hov bi kar tînin, şûnwarên wê tune dikin û demografiya herêmên dagirkirî diguherin.”

Her wiha meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku li pêşiya çavên cîhanê sûcên herî xerab û hovane pêk tên. Dagirkeriya Tik gorên şehîdan ên li Efrînê vekirin û cenazeyên wan jê derxistin û birin cihên ne diyar mîna ku beriya wê li Serêkaniyê kiriye.

Meclisa da xuyakirin ku gelo heta kengî wê cîhan sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelê herêmê yê sivîl paşguh bikin? Her wiha Meclisê bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku dengê me bibihîsin û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker ku qanûnên navneteweî bin pê dike, bigirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pmhnjZnqyDk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>