Kongreya Star sûcên derexlaqî yên dagirkeriya Tirk li Efrînê şermezar kir

Kongerya Star diyar kir ku dewleta Tirk ji tirsa destkeftiyên gel, li Efrînê kiryarên derexlaqî wekî rûxandina cihên dîrokî, binpêkirina nirxên manewî û mirovî û guhertina demografiyê pêk tîne.

Kongreya Star sûcên derexlaqî yên dagirkeriya Tirk li Efrînê şermezar kir
16 tîrmeh, 2021   13:00
QAMIŞLO

Di çarçoveya bertekên li dijî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî de, Kongreya Star a Rojava daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

 “Dewleta Tirk a dagirker bi binpêkirina hurmeta miriyan, hemû qanûn û lihevkirinên navnetweyî û olan bin pê dike. Dewleta Tirk bi cenazeyên şehîdên Efrînê dilîze ku di berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de şehîd bûne.

Bihosteke axa Efrînê ji sûcên dewleta Tirk a dagirker nefilitî. Şûnwar û xweza wêran kirin, nirxên mirovî û manewî bin pê kirin, demografî û erdnîgariya Efrînê diguherîne, sûcên derexlaqî ji kuştinê bigire heta bigihêje revandin, îşkencekirin û destavêtinê pêk tîne. Ev sûc ji aliyê gelek rêxistinên navneteweyî û hiqûqî ve hatine belgekirin. Mixabin ev hemû li pêşiya çavên cîhanê û civaka navneteweyî pêk tê.

Beriya demekê jî dewleta Tirk goristanên şehîdan dan ber tireksan, dar qut kirin da ku nirxên ku xelkê Efrînê yê koçber bi warê wan ve girê dide ji holê rake. Îro jî goristanên şehîdan ên ku 58 rojan li hemberî êrişên dagirkeriyê li ber xwe dan, xirab dike û ji bo tola xwe hilîne cenazeyên wan derdixe û pê dilîze.

Ji bo ku tola xwe ji wan şehîdan hilînin, cenazeyên wan derdixin, pê dilîzin û dibin cihên nediyar.

Li Bakurê Kurdistanê, Serêkaaniyê û li hemû herêmên ku êrişî wê dike û dagir dike, dewleta Tirk van sûcan pêk tîne. Bi hemû rêbazan hewl dide rastiyan berovahî bike û nirxên gel binpê dike.

Ji ber tirsa xwe ji serkeftinên ku bi saya berxwdana gel û fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin, van sûcan dike. Wek Kongreya Star em van sûcên derexlaqî û siyaseta qirêj ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê pêk tîne, şermezar dikin. Em bêdengiya navneteweyî ya li hemberî wan sûcan şermezar dikin.

Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî û civaka navneteweyî dikin ku yekser destwerdanê bikin û sînorekî ji kiryar û binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re deynin.”

(şx)

ANHA