Meclisa Malbatên Şehîdan: Vekirina gorên şehîdan kiriyên DAIŞ`ê tîne bala me

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê û bajarê Helebê teqez kirin ku vekirina gorên şehîdan li kantona Efrînê ya dagirkirî, wekî sûcên hov ên çeteyên DAIŞ`ê ne.

Meclisa Malbatên Şehîdan: Vekirina gorên şehîdan kiriyên DAIŞ`ê tîne bala me
Meclisa Malbatên Şehîdan: Vekirina gorên şehîdan kiriyên DAIŞ`ê tîne bala me
Meclisa Malbatên Şehîdan: Vekirina gorên şehîdan kiriyên DAIŞ`ê tîne bala me
Meclisa Malbatên Şehîdan: Vekirina gorên şehîdan kiriyên DAIŞ`ê tîne bala me
Meclisa Malbatên Şehîdan: Vekirina gorên şehîdan kiriyên DAIŞ`ê tîne bala me
16 tîrmeh, 2021   11:02
QAMIŞLO

Meclisên Malbatên Şehîdan ên navçeyên Tirbespiyê, Girkê Legê, Til Temir û bajarê Qamişlo daxuyaniyeke hevbeş dan, tê de kiryarên faşîzma Tirk li bajarê Efrînê yê dagirkirî ku gihaşt asta vekirina gorên şehîdan, şermezar kirin.

Ji dema dagirkirina kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve di 2018`an de, li diîj şêniyên kantonê sûcên herî hov tên kirin, mezarên şehîdan jî ji dagirkeran nefilitîn.

Beriya çend rojan dezgehên çapemeniyê yên Tirk dîmenek belav kirin, tê de çend çeteyên dewleta Tirk gorên şehîdan li Efrînê vedikin. Dezgehên çapemeniya Tirk îdia kirin ku goreke komî ye ku qurbaniyên wê ji aliyê YPG`ê ve hatine kuştin.

Daxuyanî wiha ye:

“Faşîzma Tirk bi serkêşiya AKP`ê û MHP`ê li pêşberî tevahî cîhanê, hemû biryarên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û nirxên wê yên madî û manewî bin pê dike. Her cure rêbazên qirêj li dijî daxwazên gelê me ji bo avakirina welatekî ku tê de her kes bi nasname û rûmeta xwe dijî, pêk tîne. Di dîrokê de tu nimûneyeke wiha qirêj nehatiye dîntin, ango gihîştiye wê astê ku destdirêjî goristanên şehîdan dike, ev ne cara pêşîn e. Wê heman kiryar berî niha li gelek mezargehên Bakurê Kurdistanê û Serêkaniyê jî pêk anîbû û îroj wekî cara sêyemîn van rêbazan li Efrînê dubare dike. Ew bi veguhestina mezargehên şehîdên wekî baregehên leşkerî bi kar tîne, anku dewleta Tirk gihîştiye asta kolandina gorên şehîdan û bi laşê wan ê paqij û pîroz dilîze. Ev kiryarên wan kiryarên ku DAIŞ`ê di navbera salên 2014-2015`an de pêk anîne, tîne bîra me.

Ev yek jî ji me re teqez dike ku tu cudahî di navbera dewleta Tirk û DAIŞ`ê de tune ye, ku piştgiriyê dide DAIŞ`ê, anku van kriyaran li djiî vîna gelê me bi sedsalan û di deh salên dawîn de hîn zêdetir dane meşandin. Ji ber ku ev salên dawîn mîna serdema ronesansê ye ji bo gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û bidestxistina destkeftiyên neteweyî yên hêja, nemaze li Rojava. Li vê parçeyê gelê Rojava û pêkhateyên wê li kêleka hev sekinîn ji bo avakirina pergaleke civakî ku rêvebirina wê ji hêla gel ve were kirin. Anku di xizmeta berjewendiya aramî û aştiya cîhanê de be. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, civaka sivîl, hezkiriyên demokrasî û aşatiyên û rêhevalên gelên bindest li cîhanê dikin, bila destwerdanê bikin da ku binpêkirinên dewleta Tirk rawestînin.

Em bi hezaran malbatên şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb û Suryanî em ê bi awayên cur bi cur û bi hemû hêza xwe li hemberî şerê taybet û qirêj bisekinin û em ê siyaseta dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere bikin. Ji her demê zêdetir û di nava gelên azadîxwaz de em ê bi biçûk û mezinan li meydanan bin û têbikoşin, li kêleka zarokên xwe yên li eniyên şer bisekinin da ku Efrînê rizgar bikin û rê li pêşiya guherîna demografîk a sîstematîkî bisekinin.”

HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û tê de wiha got: “Welatên cîran jî ji siyaseta dewleta Tirk a destwerdan, dagirkirina cografiya û hedefgirtina hemû pêkhateyan û bi taybetî Kurdan, nefilitî.

Li ser bingeha zihniyeta şofînîst, dewleta Tirk di dema êrişên sala 2018`an li dijî Efrînê de sûcên şer û komkujî pêk anîn. Bila cîhan bizanibe ku ev gor ê şehîdên sivîl in ku malbatên wan û Rêveberiya Xweser ji ber topbarana bêserûber li ser bajêr nikarîbû wan li goristanên gundan an goristanên şehîdan veşêre.

Şêniyên Efrînê baş dizanin ku di roja koçberbûna ji Efrînê de piraniya qurbaniyan bi lez hatin veşarti.

Terora dewleta Tirk bê sînore , divê her kes li hemberî vê terora birêxistinkirî ya li dijî mirî û zindiyan bi berpirsiyariyên xwe yên exlaqî rabe.”

(cx)

ANHA