Gerîlayên azadiyê balafireke TB2 Bayraktar xistin

Gerîlayên azadiyê di 21`ê Gulanê balafireke bêmirov ya dagirkeriya Tirk a bi tîpa TB2 Bayraktar xist.

Gerîlayên azadiyê balafireke TB2 Bayraktar xistin
16 tîrmeh, 2021   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji balafirên bêmirov ên biçek SÎHA ya bi tîpa TB2 Bayraktar ji aliyê hêzên gerîla ve bi rêbazeke cuda hate xistin. Ev balafira ku ji aliyê şîrketa zavayê Erdogan ve tê çêkirin, ji sala 2015'an û vir ve di şerê dijî Kurdan de gelekî tê bikaranîn.

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê, berxwedana dîrokî ya gerîla dewam dike. Artêşa Tirk sê meh in tevî ku bi her cure teknîkê êriş dike û bi binpêkirina pîvanên şer, sûcê şer dike, li hemberî gerîla nikare bi pêş ve biçe û li cihê ku xwe gihandiye, asê maye. Gerîla li gel berxwedanê, her wiha bi rê û rêbazên serdema nû çalakiyan dikin û derbê li dagirkeran dixin.

BAYRAKTAR TB2 LI HERÊMA ZÊBARÎ HATE XISTIN

Yek ji çekên ku artêşa Tirk li dijî gerîla bi kar tîne, balafirên bêmirov ên biçek û bêçek (SÎHA-ÎHA) ne ku ji aliyê şîrketa Baykar a zavayê Erdogan Selçûk Bayraktar e. SÎHA ya bi tîpa Bayraktar TB2 ku artêşa Tirk ji sala 2015'an û vir ve li Kurdistanê gelî bi kar tîne û li Sûriye, Lîbya û Qerebaxê jî jê sûd wergirt, niha ji Qatar, Ûkrayna û Azerbaycanê re jî tê firotin. Di 25 rojên destpêkê yên êrişên dagirkeriyê de ku şer lê giran bû, SÎHA'yeke bi tîpa Bayraktar TB2 ji aliyê gerîla ve hate xistin. Li gorî agahiyan, balafira keşfê 21'ê Gulanê li herêma Zêbarî ya navçeya Akrê hate xistin. Herêma qalkirî qadeke çiyayî ye ku di navbera herêma Kurojehro ya Zapê û qada Heft Tebax a Garê de ye.

LI SER RÊBAZA XISTINÊ AGAHÎ NEHATE DAYIN

Gerîla ji ber sedemên ewlekariyê eşkere nakin ku bi kîjan rêbazê ev balafira keşfê xistine. Hêzên gerîla gelek caran bi çekên giran derb li helîkopterên artêşa Tirk xistin û ev agahî beriya niha li nava raya giştî hatin parvekirin. Çalakbûna Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal û rewşa balafira hatiye xistin ku zêde zerar lê nebûye, nîşan dide ku bi rêbazên cuda hatiye xistin. HPG'ê di vê der barê de heta niha daxuyaniyeke fermî nedaye.