​​​​​​​'Gora ku dewleta Tirk îdia dike ku dîtiye, ya qurbaniyên komkujiyên wê ne'

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê teqez kir ku cenazeyên li Efrînê hatinedîtin ên sivîl û leşkerên ku di komkujiyên dewleta Tirk de hatine şehîdxistin in û wê demê wan nikarîbû cenazeyan li goristanên derveyî Efrînê veşêrin.

​​​​​​​'Gora ku dewleta Tirk îdia dike ku dîtiye, ya qurbaniyên komkujiyên wê ne'
16 tîrmeh, 2021   10:41
ŞEHBA

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 14`ê Tîrmehê de îdia kirin ku wan goreke komî ya 35 cenazeyên bê nasname dîtiye. Malperên çeteyan yên medya dijîtal û ajansa Anadolê îdia kirin ku ew cenaze yên sivîlan in ku beriya dagirkirina Efrînê ji aliyê YPG`ê ve hatine kuştin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê îdiayên dewleta Tirk ên têkilarî wê goristanê derewandin û binpêkirinên li dijî goristanên şehîdan şermezar kir. Daxuyanî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê hat xwendin.

Daxuyanî ji aliyê endamên meclisê Avdar Elo û Menal Şêxo ve bi zimanên kurdî û erebî hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din bêhurmetiyê li diî goristanan û şehîdên Efrînê dike. Ew hewl dide rastiyan berovajî bike da ku xwe ji binpêkirina hurmeta goristanên şehîdên berxwedana Efrînê yên sivîl û YPG û YPJ`ê bide alî û îdia bike ku ew qurbaniyên komkujiyan e û ji aliyê YPG`ê ve hatine kuştin.

Em ji raya giştî re teqez dikin ku ev goristan a şehîdên komkujiyên komî ne ku dewleta Tirk a dagirker di êrişa li ser Efrînê de pêk anîn. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gihaştin sînorên Efrînê, bajar bi dijwarî tobparan kirin û gelek komkujî pêk anîn wekî komkujiya taxa Mehmûdiyê ya Efrînê ya di 16`ê Adarê de. Wê demê Meclisa Malbatên Şehîdan nikarî şehîdên komkujiyan ên sivîl û leşkerî li goristanên li derveyî bajêr veşêre. Ji ber wê li nêzî nexweşxaneya Avrîn a li Efrînê hatin veşartin. Ev yek hatiye belgkirin. Em îdiayên dewleta Tirk red dikin û îsbat li cem me hene ku derewên wê eşkere bikin. Li gorî urfên civakî, dema ku rewşa aram be ne gengaze qurbaniyên komkujiyan bi awayekî komî werin veşartin. Em ê li ser van îdiayên dagirkeran îsbat û belgeyan pêşkêş bikin.

Em binpêkirinên li dijî goristanên şehîdan şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku fişarê li dewleta Tirk û çeteyên wê bikin da ku sûcên xwe yên li dijî goristanan rewastînin û rêzê nîşanî hurmeta miriyan bidin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vLc0d2Qk5aU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>