Mazlûm Ebdî bang li civaka navneteweyî kir: Dagirkeriya Tirk bidin rawestandin

Mazlûm Ebdî têkildarî vekirina gorên şehîdan ji aliyê dagirkeriya Tirk ve bang li civaka navneteweyî kir ku yekser bikeve tevgerê û dagirkeriya Tirk bide rawestandin û Efrînê û şêniyên wê ji sûcên dermirovî biparêze.

Mazlûm Ebdî bang li civaka navneteweyî kir: Dagirkeriya Tirk bidin rawestandin
16 tîrmeh, 2021   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tiwîtterê wiha got: “Hêzên dagirkeriya Tirk gorên şehîdan ku di dema êrişan de ji bo parastina Efrînê şehîd bûne, vedike, piştre rastiyan berovajî dike û ji raya giştî re wekî ku 'goreke komî' ye nîşan dide.”

Ebdî bi tiwîtta xwe re dîmenekî goristanê beriya dagirkeririna bajêr parve kir û bang li civaka navneteweyî kir ku dewleta Tirk bide rawestandin. Ebdî wiha nivîsî: “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku yekser bikeve tevgerê, da ku vê qirkirinê rawestîne û Efrînê û şêniyên wê ji sûcên dermirovî biparêze.”

(cx)