Li herêmên dagirkirî yan tu yê bibî ajan, yan jî tu yê bê kuştin

Di demekê de ku ENKS`ê daxuyaniyan dide û dibêje ku rewş li herêmên dagirkirî bi ewle ye, malên sivîlan tên talankirin û Kurdên li wir mane tên koçberkirin. Yê li wir bimîne jî divê mehane fatoreya (baca) mayînê bide.

Li herêmên dagirkirî yan tu yê bibî ajan, yan jî tu yê bê kuştin
16 tîrmeh, 2021   07:17
KOBANÊ

Ji destpêka dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve sala 2019`an, şêniyên wan herêman fatoreya dagirkeriyê didin. Kuştin, talankirin û dizî slogana çeteyan e ku ji aliyê istixbarata dewleta Tirk ve tên birêvebirin û li herêmê serwer in.

`YÊN LI WIR MANE, DI GIRTÎGEHEKE BÊ DERÎ DE NE`

Şêniyê bi navê Mihemed Sîno yê ji piştî dagirkirina Girê Spî ji warên xwe koçber bûye, ji ajansa me re behsa rewşa herêmê piştî 2 salên dagirkeriyê kir.

Sîno got: “Li herêmên dagirkirî Kurd nemane, yên mane jî fidyeyê didin çeteyan da ku di malên xwe de bimînin. Tiştek bi navê qanûn an dadgeh tune ye. Kesên revandî li Axça Qale tên darizandin, bi taybetî ji bo Kurdan  girtîgehên taybet hene ku îstixbarata Tirkiyê bi rêve dibe.”

Sîno wiha dewam kir: “Kesên ku wijdanê xwe frotine dewleta Tirk, gelo çawa dikarin zanibin çi li herêmên dagirkirî diqewime? Daxuyaniyên rayedarê ENKS`ê Ebdulhekîm Beşar ji rastiyê dûr in ku îdia kiribû ku tu sûc li herêma Efrînê ya dagirkirî tune ne û tiştên tên belavkirin “propogande ye”.”

Sîno îşaret pê kir ku ew kesayet bi daxuyaniyên xwe dixwazin berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê herêmê pêk bînin.

Têkildarî rewşa şêniyên herêmên dagirkirî, Mihemed Sîno hin detayên jiyana zehmet a şêniyan li herêmên dagirkirî tîne ziman: “Revandin, kuştin û talankirin li ber çavên hemûyan berdewam e. Rojane em ji dostên xwe dibihîzin çi tişt li wir diqewime. Hevalekî li wir rewşa li herêmê bi girtîgeheke bê derî bi nav kir, ew ditirse ji mala xwe derkeve ji ber ku eger derkeve wê nikaribe careke din lê vegere.”

Sîno wiha lê zêde kir: “Hinek dostên min yên ji pêkhateya Ereb gotin ku li wê derê, yê ku bibe ajanê wan wê azad be, yê ku rastiyê bibêje jî dê were kuştin.”

Sîno pirsî gelo ev xewnên Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bûn, ku bang li Tirkan dikir da ku herêmên din dagir bike, şêniyên wê bide koçberkirin, sûcan li dijî wan pêk bîne û çeteyên DAIŞ`ê di malên Kurdan de bi cih bike?

`YÊN MALÊN ME BI SER SERÊ ME DE RÛXANDIN, WÊ ÇAWA EWLEHIYÊ JI ME RE BÎNINI?`

Şêniyê bi navê Salih Mistefa yê ji gundê Yabisê yê rojavayê Girê Spî got ji ber topbaran bê ser û ber ew ji malên xwe derketin.

Mistefa wiha berdewam kir: “Kesên ku malên me bi ser serê zarokên me de rûxandin, wê çawa ewlehiyê ji me re bînin? Em ji daxuyaniyên hinek endamên ENKS`ê matmayî dimînim, dema behsa ewlehiyê li herêmên dagirkirî dikin.”

Mistefa diyar kir ku wan jiyana di bin serweriya dagirkeriyê de qebûl nekir, ji ber ku dixwazin jiyaneke bi rûmet bijîn û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Tecrûbeya ku Efrîn tê re derbas bûye, ji me re asta kîn û nefreta dewleta Tirk û çeteyên wê ya li dijî Kurdan îsbat kir. Rewşa li herêmên dagirkirî gelek xirab e. talankirina malan, revandin, kuştin û ferzkirina baçan berdewam e. Ji tirsa revandinê, kesek nikare ji mala xwe derkeve.”

Mistefa destnîşan kir ku li herêmên dagirkirî tiştek bi navê jiyana bi rûmet û azad tune ye û got: “Yan tu yê bibî ajanê wan û şerê Kurdan bikî, yan jî tu neçarî mehane fidyeyê bidî.”

Mistefa got ku tenê 4 malbatên Kurd li wir mane, ew jî mehane fidyeyê didin çeteyan da ku karibin di malên xwe de bimînin.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P3DEITLcyPw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>