Dagirkeriya Tirk bi balafirên bêmirov bombe li navçeya Til Rifetê barandin

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov bombe li derdora navçeya Til Rifetê ya Şehbayê barandin, her wiha gundê Erîda û Zenûbya yên girêdayî Girê Spî topbaran kir.

Dagirkeriya Tirk bi balafirên bêmirov bombe li navçeya Til Rifetê barandin
16 tîrmeh, 2021   05:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov bombe li derdora navçeya Til Rifetê barandin.

Her wiha nûçegihana me ji gundewarên Girê Spî jî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di saet 05: 30`ê sibehê de gundên Erîda û Zenûbya yên navçeya Girê Spî topbaran kir.

ANHA