Koçberên Efrînê bang li UNICEF'ê kir ku ji çarçoveya xebata mirovî dernekeve

UNICEF'ê miqdarê ava ku dida koçberên Efrînê kêm kir, koçberan diyar kir ku ev yek bi hevkariya hikumeta Şamê ya ku ambargo li ser Şehbayê ferz dike pêk tê. Desteya Şaredariyan bang li rêxistinê kir ku ji çarçoveya xebata xwe ya mirovî dernekeve.

Koçberên Efrînê bang li UNICEF'ê kir ku ji çarçoveya xebata mirovî dernekeve
16 tîrmeh, 2021   06:19
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Piştî şêniyên Efrînê bi darê zorê hatin koçberkirin û kantona Şehbayê bi cih bûn, rêxistina UNICEF`ê bermîlên ava vexwarinê li ser rêyên sereke û ne sereke yên gund û navçeyên kantonê bi cih kirin, ji ber ku ava bîrên heyî ji vexwarinê re ne guncaw e.

Tevî ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye, rêxistina UNICEF`ê ji 11`ê mehê ve av kêm kir.

Li gorî Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê miqdarê ava ku rojane li herêmê dihat belavkirin 2 hezar û 400 metrekab bû, lê niha bûye sed metrekab, di encamê de 38 gund û sê navçeyên mezin bê par man û 80 hezar welatî jî ji ava vexwarinê bê par mane.

Koçberên ji Efrînê nêzîkatiyên UNICEF'ê bi dermirovî ne û dûrî pîvanên xebata wê, her wiha wekî siyaseteke dijminane ya li şêniyên Efrînê bi nav kirin.

ꞌRÊXISTINÊN ÎDÎAYA MIROVAHIYÊ DIKIN, LÊ NÊZÎKATIYÊN WAN DERMIROVÎ NEꞌ

Koçberê bi navê Celal Mihemed got: "UNICEF bê sedem ji beriya zêdetirî15 rojan ve ava vexwarinê li ser me qut kiriye, berî niha rojane bermîlên avê dadigirtin, lê niha tu bermîlan danagire."

Mihemed îşaret pê kir ku ava bîrên behrî (Tirwazî) yên li herêmên Şehbayê ji bo vexwarinê ne guncaw e û tenê ji bo çandinê guncaw e.

ꞌEM DIKARIN BÊYÎ XWARIN BIJÎN, LÊ BÊYÎ AV NIKARIN BIJÎNꞌ

Koçbera bi navê Elya Cimo jî got: "Ava bîran ji vexwarinê re nabe û bû sedem ku zarok bi jeherî bikevin, ji beriya 15 rojan ve em bê av in, tevî vê yekê pileya germahiyê bilind e ku azara me zêdetir dike."

Elya Cimo ev pirs kir: "Çi gunehê zarokên me ye ku av li ser wan were qutkirin? Tevî hemû zehmetiyan; ji tozê bigire û heta bi belavbûna nexweşiyan û qirêjiya jîngehê, bi girtina dergeh, rêyan û qedexekirina derbaskirina derman û sotemeniyê sînordar neman îca ava vexwarinê jî li ser me qut kirin. "

Elya Cimo gotina xwe bi vê xalê berdewam kir: "Em dikarin bêyî xwarin bijîn, lê em nikarin bêyî av bimînin, ma gelo mirov çawa dikare bêyî ava vexwarinê bijî?"

ꞌALÎKARIYÊ DIDIN HERMÊN DI BIN KONTROLA KOMÊN TERORÎT DE NE Û AVA VEXWARINÊ LI SER ME QUT DIKIN!ꞌ

Li  aliyekî din welatiya bi navê Nîroz Murad xebatên rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî, her wiha kiryarên ku li dijî koçberên Efrînê yên li herêmên Şehbayê şermezar kirin û diyar kirin ku ev kiryar bi hevkariya hikumeta Şamê pêk tên.

Nîroz Murad ev dirêjî da gotina xwe: "Ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê em bi darê zorê ji malên xwe derketin, li aliyekî din jî hikumeta Şamê ambargo li ser me ferz kiriye, lê li vir sînordar nema û bi rêya rêxistinên qaşo banga mirovahiyê dikin ava vexwarinê li ser me qut kirin."

Nîroz Murad ev xal rêz kirin: "Di siyaseta ku hêzên navneteweyî de durûtî heye, ji ber ku li herêmên di bin kontrola komên terorîst de dergehan ji bo derbaskirina alîkariyê mirovî vedikin û li hemberî vê yekê niştecihên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji alîkariyê bê par dikin."

Nîroz Murad daxuyand ku di demekê de ku nexweşî û vîrusa Korona li herêmê berbelav in, hikumeta Şamê nahêle derman û pêwîstiyên tibî derbasî herêmê bibin, di heman demê de rêxistina UNICEF jî bi rêya qutkirina avê siyaseteke dijminane dide meşandin.

ꞌPIŞTÎ GIRANKIRINA AMBARGOYÊ ÇIMA AV HATE QUTKIRIN?ꞌ

Koçberê bi navê Ebdurehman Şewqî ev pirs kir: "Çima piştî hikumeta Şamê ambargoya li ser Şehbayê tundtir kir, rêxistinê av li ser herêmê qut kir?" Li ser vê yekê bang li rêxistina UNICEF kir ku sedemên vê yekê eşkere bike.

Şewqî bi bîr xist ku UNICEF her mehan carekê bermîlên avê paqij dikirin, ji  ber vê yekê hin zarok nexweş diketin û ev lê zêde kir: "Têkildarî vê yekê em bang li aliyên peywendîdar dikin ku yekser destwerdanê bikin û biryara xwe ya têkildarî qutkirina ava vexwarinê ya li ser herêmê di berçavan re derbas bikin."

Rêxistina UNICEF av li ser bermîlên avê yên li dibistanan jî qut kiriye.

ꞌDIVÊ UNICEF JI ÇARÇOVEYA XEBTA XWE YA MIROVANE DERNEKEVEꞌ

Hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê Faiq Ehmed destnîşan kir ku ji beriya sê salan ve koçberên Efrînê yên li kamp û malên wêrankirî dimînin zehmetiyan dikişînin, lê rêxistina UNICEF ava bi kêrî vexwarinê dihat dida herêmê.

Ehmed diyar kir ku pêwîstiya herêmê bi ava vexwarinê heye û got, zêdetirî 80 hezar welatiyên koçber bê ava vexwarinê mane.

Di dawiyê de hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê Faiq Ehmed bang li rêxistina UNICEF'ê kir ku biryara xwe di berçavan re derbas bike û nekeve xefa siyasetên dijminane yên ku li ser herêmê têne kirin.

(eh)

ANHA