Qehreman Hesen: Divê aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê nekevin xefka dijminên Kurdan

Nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî) li kantona Şehbayê Qehreman Hesen bang li aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku bi pey derewên dagirkeriya Tirk nekevin. Her wiha daxuyaniyên rayedarekî ENKS’ê bi înxaneta mezin li hemberî Kurdan wesif kir.

Qehreman Hesen: Divê aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê nekevin xefka dijminên Kurdan
16 tîrmeh, 2021   06:27
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji beriya zêdetirî 3 mehan ve, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK`ê êriş herêmên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Lê aliyekî din jî dagirkeriya Tirk êrişên xwe li dijî parçeyên din ên Kurdistanê û bi taybetî Rojava dewam dike.

Di çarçoveya rêzeêrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Kurdistanê de, rayedarê ENKS’ê û cigîrê berê yê serokê qaşo Îtîlafa Sûrî Ebdulhekîm Beşar hewl da sûc û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrîna dagirkirî binixumîne.  Daxuyaniya Beşar piştî daxuyaniya serokê wî Nesir El-Herîrî yên di 14’ê Hezîranê de pêk hat, ku bang li dewleta Tirk kiribû ku herêmên dîtir ên Sûriyê dagir bike.

Girêdayî mijarê, Qehreman Hesen ji ajansa me re axivî û daxuyaniyên dawîn ên rayedarên ENKS’ê şermezar kirin. Hesen got ku ew daxuyanî dikevin xizmeta ajandeyên dijmin Kurdan û wekî îxaneta li hemberî gelê Kurd bi nav kir.

Hesen diyar kir ku armanca dagirkeriya Tirk ji sûc û binpêkirinên hovane li dijî şêniyên Efrînê wekî qetilkirin, revandin û birîna daran ew e gelê Kurd qir bike û demografiya Efrîna dagirkirî biguhere."

Hesen wiha domand: "Dagirkeriya Tirk bi sûcên li dijî şêniyên Efrînê yên resen, tevahî qanûnên navneteweyî yên rêxistinên hiqûqî û navneteweyî bin pê kirin."

Hesen bal kişand ser raporên rêxistinên hiqûqî, navneteweyî û çapemeniyê û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Hin kesayetên Kurd wekî Ebdulhekîm Beşar, Ebdullah Gedo û Îbrahîm Biro, ên ku nûnertiya feraseta dewleta Tirk a dagirker û îtîlafê dikin, wan tevahî raporan derew derdixin û dagirkirina Efrînê rewa dikin."

Qehreman Hesen da zanîn van kesayetên mîn Ebdulhekîm Beşar ku îdia dike ku mafên Kurdan diparêze, nikarin gotinekê yan jî daxuyaniyeke bidin bi tena sere xwe bidin, lê belê bi fermana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin.

Têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê, Hesen anî ziman ku êrişên dagirkeriyê li dijî herêmê, li herêmên ku koçberan berê xwe daye û li seranserê xetên rasthatina bi artêşa Tirk a dagirker re û bi taybet li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, rojane dewam dikin.

Hesen tevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re di êrişên li dijî xaka Kurdistanê de şermezar kir û bang li tevgerên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku nekevin xefka derewên dagirkeriya Tirk û nebin tevkara wê di qirkirina gelê Kurd de.

Qehreman Hesen wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê hêzên siyasî yên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê li ser maseya diyaloga kurdî-kurdî li hev bicivin, yekitiya Kurd ava bikin û ji gelê Başûrê Kurdistanê re rastiya dijminên gelê Kurd bidin nasîn. Da ku destkeftiyên gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê biparêzin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Dm5lxTzJdhY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>