Şêniyên Dêrikê Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

Bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê Meclisa Navçeya Dêrikê û PYD`ê li bajarê Dêrikê ya girêdayî Qamişlo bi dirûşmeya"Bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" şahiyek orgenîze kir.

Şêniyên Dêrikê Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Dêrikê Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Dêrikê Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Dêrikê Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Dêrikê Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir
15 tîrmeh, 2021   20:31
 QAMIŞLO

Şêniyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl, Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) li navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger kom bûn da ku şahiya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz bikin.

Qada Navenda Şehîd Bawer bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên"Bijî biratiya gelan, bijî yekitiya gelê Kurd û bemire îxanet" hate xemilandin.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê  Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Şerîf axivî û wiha got: "Keda şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya gelan ava kir û fikireya neteweya demokratîk di navbera pêkhate û gelê herêmê de îsbat kir. Her wiha bi saya wan Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat damezrandin."

Li ser navê Kongreya Star a Dêrikê Şadiye Yusif wiha got: "Şoreşa 19`ê Tîrmehê bingeha xwe ji Berxwedana 14`ê Tîrmehê girt, di hemû qadan de serkeftin pêk anî û berhemên vê şoreşê; rizgarkirina jinan û beşdariya wê ya ji qadên siyasî, leşkerî, têkiliyên derve û hwd."

Hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Mihemed Ebdurehîm axivî û Şoreşa 19`ê Tîrmehê li tevahiya malbatên şehîdan, gelan û pêkhateyên herêmê pîroz kir û got: "Bi destpêkirina bûyerên li Sûriyê gelek deng bilind bûn û di bin navên cuda de banga azadiyê kirin, lê ji rêgeha şoreşê derketin û ketin xefka dewletên herêmê, di heman demê de şoreşa Sûriyê jî ji rêgeha xwe ya rastîn derket."

Ebdurehîm bi vê xalê dawî li gotina xwe anî: "Tevahiya muxalifan û yên ku bi buhara gelan bang dikirin, ketin bin xizmeta dagirkeriya Tirk, lê xeta sêyemîn a ku Rêveberiya Xweser esas girt, di hemû qadan de serkeftinên mezin pêk anîn û bêyî cudahiya di navbera etnîk an jî olan de yekitiya gelan ava kir."

Li ser navê rêxistinên sivîl û çend partiyên siyasî yên li herêma Dêrikê peyam hatin xwendin ku wan jî salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li malbatên şehîdan, QSD`ê, YPG û YPJ`ê pîroz kir.

Piştî axaftin bi dawî bû, Koma Cûdî ya girêdayî Navenda Dicle ya Çand û Hunerê çend stranên şoreşgerî pêşkêş kirin û beşdaran govend gerandin.

(eh)

ANHA