El-Ebid: Armanc ne parastina balafirgeha Kabulê ye, tunekirina çeteyên Sûriyê ye

Hemdan El-Ebid got dewleta Tirk ji şandina çeteyên Sûriyê ber bi Efganistanê ve ne tenê parastina balafirgeha Kabulê armanc dike, lê belê armanc razîkirina Amerîkayê û tunekirina çeteyan e.

El-Ebid: Armanc ne parastina balafirgeha Kabulê ye, tunekirina çeteyên Sûriyê ye
16 tîrmeh, 2021   02:59
REQA-XALID EL-CUMA

Dewleta Tirk şandina çeteyan ji derveyî Sûriyê re didomîne. Piştî ku ew şandin Lîbya, Azerbeycan û Somaliyayê, vê carê amadekariyan dike ku 2 hezar û 600 çeteyên sûrî bişîne Efganistanê.

Der barê mijarê de, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid got dewleta Tirk çeteyên Sûriyê di şerên xwe de û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne.

El-Ebid wiha domand:"Dewleta Tirk çeteyên sûrî di şerên binkeftî de bi kar anîn. Berê wan da Lîbya, Somaliya û Qerebaxê. Niha jî amadekariyan dike ku wan bişîne Efganistanê."

El-Ebid diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi armanca talankirina berhemên Sûriyê piştgirî da çeteyên DAIŞ'ê û wiha domand:"Piştî bidawîbûna DAIŞ'ê nema dikarî destwerdana Sûriyê bike, vê carê welatiyên sûrî kirin çete û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên mêtîngerî di gelek qadên şer de bi kar anîn. "

El-Ebid nirxandina xwe wiha domand:"Piştî ku planên dewleta Tirk ên ixwanî bi bin ketin, dewleta Tirk hewl da sûdê ji çeteyên sûrî bigire û wan weke kaxizeke zextê li dijî civaka ewropî bi kar bîne. Ji ber wê çeteyên sûrî şandin Lîbya, Azerbeycan, Somaliya û Qeterê. Piştî ku Amerîkayê biryar da ku ji Efganistanê vekişe û pê re tevgera Talîban aktif  bû, dewleta Tirk sûd ji valahiya ewlehiyê girt. Niha jî hewl did çeteyan bixe şerekî binkeftî yê ji bo parastina balafirgeha Kabulê."

'ŞEREKÎ SIYASÎ YE JI BO RAZÎKIRINA AMERÎKAYÊ'

El-Ebid desnîşan kir ku dewleta Tirk ji şandina çeteyên sûrî ne tenê parastina balafirgeha Kabulê armanc dike, lê belê dixwaze qezenca siyasî yê li wê herêmê bi dest bixe ji bo ku Amerîkayê razî bike û çeteyên sûrî tune bike.

El-Ebid bi bîr xist ku dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan fikrê xwe yê ixwanî li gelek herêman belav bike, niha jî piştî ku li Lîbyayê bi bin ket berê xwe daye Efganistanê.

El-Ebid di dawiyê de got:"Dewleta Tirk armanc dike hegomoya xwe fireh bike ji ber wê destwerdana gelek herêman dike. Lê amûrê pêkanîna hegomonyê jî çeteyên sûrî ne. Ji Sûriyê heta Lîbyayê û ji Qerebaxê heta Efganistanê çeteyên sûrî di destê dewleta Tirk de bûne amûr."

(şx)

ANHA