' Şoreşa Rojava li ser bingeha cihêwaziya pêkhateyan dest pê kir'

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ednan Kalo diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê xewnên her mirovekê/î azad bi cih anîn û got: "Tişta ku dihêle Şoreşa Rojava ji şoreşên din cuda be, ew e ku şoreşa gel û jinan e, di heman demê de tevahî pêkhateyan digire nava xwe."

' Şoreşa Rojava li ser bingeha cihêwaziya pêkhateyan dest pê kir'
16 tîrmeh, 2021   00:46
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Çirûskên Şoreşa 19`ê Tîrmehê 2012`yan  bi pêşengtiya jinan li bajarê Kobanê pê ketin û bi beşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûn.

Şoreşa Rojava di pêvajoya deh salan de têkoşîn û berxwedan nîşan da û di hemû qadên siyasî, aborî û çandî de jî serkeftinên mezin pêk anîn.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ednan Kalo got: "Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku li Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir xewên her ferdekê/î azad bi cih anîn. Şoreşa Rojava berovajî şoreşa bi navê Buhara Ereban e ku li Sûriyê 2011`an dest pê kir. Ji ber ku şoreşa Sûriyê veguherî aloziyeke mezin, gelek hêzên leşkerî derketin ku di bin navê qaşo şoreşê de şer kirin, ji wan Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de hatine senifandin û aliyê wê yê siyasî jî Îtîlafa Sûriyê, van hêzan xwest li ser bingeha Sûriya ku berê wêrankirî ye, Sûriyê dagir bikin."

Kalo diyar kir ku Şoreşa  19`ê Tîrmehê bi derxistina rejîma Baas'ê dest pê kir û got, rejîma Baas'ê dewlet û civaka Sûriyê hikum dikir û di pêvajoya salan de çand û dîroka pêkhateyên herêmê ji Ereb, Kurd, Suryan, Êzidî û Asûriyan çewisand.

ꞌŞOREŞA ROJAVA TAYBETMENDIYEKE NETEWEYÎ YAN JÎ OLÎ WERNEGIRTꞌ

Kalo destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji şoreşên ku li Rojhilata Navîn di bin navê "Buhara Ereban" de li dar ketin, cuda ye û wiha dom da axaftina xwe : "Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa gel e, tevî ku gelek ol û netewe li Rojava hene lê xeteke neteweyî yan jî olî negirt. Şoreşa Rojava li ser bingeha cihêwaziya pêkhateyên li herêmê hate avakirin ku maf, çand û dîroka her pêkhateyekê diparêze û her pêkhateyek baweriyên xwe yên olî û çandî pêk tînin û pêkhateyên din qebûl dike."

Ednan Kalo da zanîn ku kombûna pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevlêbûna wan a ji şoreşê re ku li ser heman erdnîgariyê ye,  bi serê xwe şoreş û serkeftinek e û ev nixandin kir: "Ev yek dide xuyakirin ku vîna gelan ji rejîm an jî hêzan xurtir e."

Kalo ev dirêjî da gotina xwe: "Şoreşa ku li Rojava dest pê kir, di çarçoveya avakirinên hêzên leşkerî de sînordar nema, lê belê ew şoreşa xweparastinê ye anku parastina gel xwe bi xwe ye, her wiha şoreşa jinan, ciwanan, perwerde, şoreşa biratiya gelan û aboriya civakî ye."

Ednan Kalo bi vê xalê gotina xwe berdewam kir:"Tevahiya şoreşên ku li Rojhilata Navîn li dar ketin, bi bin ketin. Ji ber ku xwe nespartin gel, lê Şoreşa Rojava ku bi şoreşa gel tê naskirin xwe dûrî vê yekê nexist. Bi saya berdêlên bi hezaran şehîdên ku li dijî rêxistinên terorîst parastina destkeftiyên şoreşê kirin, em rihê şoreşê dijîn.".

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ednan Kalo di dawiyê de bang li tevahiya pêkhateyên Rojava kir ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û pêşxistina wê bixebitin, heta rizgarkirina herêmên dagirkirî ji Efrîn, Serêkaniyê bigire û heta bi Girê Spî bi rihê şoreşê tev bigerin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ED-Zm4urH9k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>