Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê ciwanekî din hate kuştin

Şêniyên gundê El-Cerzî yê rojhilatê Dêrazorê cenazeyê ciwanekî ku bi guleyan hatiye kuştin li qiraxa çemê Firatê dîtin.

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê ciwanekî din hate kuştin
15 tîrmeh, 2021   12:42
DÊRAZOR

 Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji çavkaniyên herêmî bi dest xistine, navê ciwanê hatiye kuştin Merheş El-Kefaş e û cenazeyê wî li qiraxa çemê Firatê li nêzî gundê El-Cerzî yê rojhilatê Dêrazorê hatiye dîtin.

Li gorî heman çavkaniyan, ciwanê navborî ji aliyê kesên nenas ve bi guleyan hatiye kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 10`ê Tîrmehê de şêniyên gundê El-Cerzî cenazeyê ciwanê bi navê Mihemed Xelîl El-Hemed jî kuştî dîtibûn.

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê tevgera şaneyên DAIŞ`ê zêde bûye û sivîl, rûspiyên herêmê û endamên saziyên xizmetgûzariyê yên herêmê dikin hedef.

(cx)

ANHA