299 koçberên din ji kampa Holê derketin

Di çarçoveya pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser a vegerandina koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bajarên wan re, 82 malbatên ji koçberên bajarê Reqayê ji kampa Holê derketin.

299 koçberên din ji kampa Holê derketin
15 tîrmeh, 2021   12:35
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêwîtiyên vegerê yên koçberên ku dixwazin vegerin bajarên xwe yên li Bakur û Rojhyilatê Sûriyê, dewam dike.

Rêwîtiyên vegerê yên koçberan di çarçoveya pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tê, ku 10`ê Cotmeha 2020`an de li gorî civîna ku 5`ê Cotmeha 2020`an di navbera Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk, Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Hundirîn de hatiye lidarxistin, hatibû girtin.

Di beşê 16`an de 299 kesên di nava 82 malbatên ji bajarê Reqayê, ji kampê derketin.

Têkildarî mijarê, koçberên bi navên Xaziye El-Eseed û Nefîse Xelîl ê ji bajarê Reqayê ji ber derketina ji kampê û vegera li herêmên xwe, kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Li gorî çavdêra rêwîtiyên vegera koçberan Dîlber Ehemd, piştî ku tedbîrên ewlekariyê tên girtin û belgeyên koçberan tên piştrastkirin, ew ji kampê tên derxistin û ji bo herêmên wan tên vegerandin. Dîlber diyar kir ku ew niha navên nû yên koçberên dixwazin vegerin, qeyd dikin.

Dîlber eşkere kir ku di rojên pêşîn de dê beşekî nû yê koçberan ji kampê derkeve.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi koçberên ku ji kampê derdikevin re diçe û wan digihîne herêmên wan.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HKFQDFvNwG8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>