Dewleta Tirk şûnwarên bajarê Serêkaniyê talan dike

Çavkaniyên taybet ji ajansa me re diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê şûnwarên herêma Serêkaniyê ya dagirkirî, talan kir.

Dewleta Tirk şûnwarên bajarê Serêkaniyê talan dike
15 tîrmeh, 2021   12:52
HESEKÊ

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî, ragihand ku çeteyên El-Hemzat bi serpereştiya dewleta Tirk, beriya çend rojan li girê gundê Til El-Cehaş ê başûrê bajarê Serêkaniyê kir, dest bi lêgerîna şûnwaran kirine.

Berê jî dewleta Tirk girê gundê Til Helef ê dîrokî koland û hemû şûnwarên wê dizîn û birîn Tirkiyê. Her wiha hêzên dagirker gundên êzîdiyan ên li rojhilatê Serêkaniyê û goristanên gund rûxandin.

Dewleta Tirk heman siyasetê li kantona Efrînê û hêrêmên Bakur û rojhilat û bakur û rojavayî Sûriyê yên dagirkirî dimeşîne.

(dm)

ANHA