Bîlançoya qurbaniyên topbarana li dijî gundewarên Idlibê bilind dibe

 Bîlançoya kuştî û birîndarên topbarana hêzên hikumeta Şamê li dijî bajarokên Idlibê pêk aniye, gihaşt 20 kesan.

Bîlançoya qurbaniyên topbarana li dijî gundewarên Idlibê bilind dibe
15 tîrmeh, 2021   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di topbarana hêzên hikumeta Şamê li dijî herêma Mesbeh a li derdorê bajarokê El-Fûa a bakur rojhilatê Idlibê de, 6 kes hatin kuştin. Ji ber ku rewşa 7 birîndaran giran e, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Her wiha jinek û zaroka xwe û zarokekî din di topbarana hêzên hikumeta Şamê li dijî bajarokê Ibilîn ê başûrê Idlibê de, hatin kuştin. Di heman êrişê de 4 sivîlên din birîndar bûn. Bi wê yekê hejmara kuştî û birîndarên topbarana li dijî her du herêman gihaşt 20 kesan.

(cx)