Li Dêrikê dibistaneke fotbolê hat vekirin

Li bajarê Dêrikê dibistanek futbolê hate vekirin. Rahênerên pispor wê tê de perwerdeyê bidin.

Li Dêrikê dibistaneke fotbolê hat vekirin
15 tîrmeh, 2021   12:26
QAMIŞLO

Klûba Werzîşê ya Dêrikê vê sibehê dibistanek fotbolê bi beşdarbûn gelek zarokan vekir.

Di destpêka merasîma vekirinê de, rêveberê dibistanê Xalid Xalid bixêrhatina mêvanan kir û piştrast kir ku deriyê dibistanê ji hemû zarokên herêmê re vekirî ye.

Xalid da zanîn ku armanc ji vekirina dibistanê ew e ku behreyên zarokan bi pêş bixin.

Rêveberiya nivîsgeha ragihandinê ya klûb û dibistana fotbolê ya Dêrikê Selah Hesen jî axivî û diyar kir ku dibistana fotbolê ji aliyê Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê ve hatiye ruxsetkirin.

Her wiha dibistan dê zarokên ji temenê 7 salî û heta temenê 16 salî qebûl bike. Heta niha 250 zarokî navên xwe di dibistanê de tomar kirine.

(dm)

ANHA