Bi rêya komînê kehrebeya gundê xwe peyda kirin

Ji bo çareserkirina pirsgirêka qutbûna kehrebeyê, şêniyên tax û gundên herêma Cizîrê jeneratorên embêran dikirin, da ku bi awayekî hevbeş kehrebeyê ji malên xwe re peyda bikin.

Bi rêya komînê kehrebeya gundê xwe peyda kirin
15 tîrmeh, 2021   08:42
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Ji ber saetên kêm ên dayîna kehrebeyê, şênî li alternatîfan geriyan da ku kehrebeyê ji malên xwe re peyda bikin. Di vê çarçoveyê de, jeneratorên embêran li tax û gundan hatin bicihkirin. Lê careke din xwediyên jeneratoran bi bihayê embêran li gorî xwe diguhartin û her dem zêde dikirin. Her wiha gelek caran xwediyên jeneratoran bi behaneyên cûda, jenerator vênedixistin.

şênî li hemberî vê yekê bi bêzar bû  û bang li aliyên peywendîdar kir da ku çareseriyekê peyda bikin.

Lê hin tax û gundên herêma Cizîrê  ji beriya çend salan ve, ev çareseriyeke guncav ji vê pirsgirêkê re peyda kirine. Ev proje bi rêya komînê pêk hat. Şêniyan jeneratorên embêran kirîn û di aliyê aborî de jî jê sûd wergirtin.

GUNDÊ SÎHA YA BIÇÛK NIMÛNEYA HEVKARIYÊ YE

Li gundê Sîha ya biçûk, ku dikeve başûrê rojavayê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, şêniyan gund bi alîkariya hev û du kehrebe ji gundê xwe re peyda kir.

Şêniyan bi destekdayîna komîna gund, du jeneratorên embêran kirîn û li gund danîn.

Hevserokê komîna şehîd Mûrad a gundê Sîha Ebdulkerîm Xelef diyar kir ku wan civînek ji gundiyan re li dar xistin, di civînê de li hev kirin ku her du jenerator bikirin.

Ebdulkerîm Xelef wiha dewam kir:" Lijneya me ya aborî ya komînê alîkarî ji şêniyan kom kir û her du jenertor hatin kirîn. Da ku bikevin xizmeta gund. Her wiha lijneya Xizemtê jî mazotê ji şêniyên gund re belav dike."

Ev proje li herêmê ne ya yekemîn e, berê jî li navçeya Tirbespiyê beriya 4 salan ev proje pêk hat, komînên şehîd Hesan û şehîd Lewend a taxên Tirbespiyê, bi şêniyên taxê re li hev kiribûn ku jeneratorekê ji bo taxê bikirin. Wê demê her malek bi 25 hezar lîreyên sûrî beşdarî kirîna jeneratorê bûbû û bi vî awayî taxê pirsgirêka xwe ya kehbreyê çareser kiribû.

Endamê komîna şehîd Hesan, Beşîr Yûnis destnîşan kir ku kirîna jeneratoran ji bo peydakirina kehrebeyê, bi rêya komînê gaveke baş bû. Her wiha da zanîn ku ew ê di xebatên bi vî awayî de berdewam bikin da ku xwe ji hemû pirsgirêkan xelas bikin û pêdiviyên xwe pêk bînin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PCYizJl_XFE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>