Di topbarana hêzên hikumetê de li herêma "bêçek" 8 kes hatin kuştin

Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê bi moşekan bajarokên li herêma "bêçek" kirin hedef. Di encamê de 8 welatî hatin kuştin û hejmareke din birîndar bû.

Di topbarana hêzên hikumetê de li herêma "bêçek" 8 kes hatin kuştin
15 tîrmeh, 2021   08:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê vê sibehê bi moşekan herêma Mesbeh a li derdorê El-Fûa ya gundewarê bakurê rojhilatê Idlibê hedef girt. Di êrişê de 5 welatî û di nav de zarokek hatin kuştin.

SOHR`ê her wiha ragihand ku di topbarana hêzên hikumeta li dijî herêma Ibilîn a Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê de jî, 3 sivîl û di nav de zarokek û jinek hatine kuştin. Bi wê yekê heta vê kêliyê hejmara kuştiyan bû 8 kesan. Ji ber ku rewşa hin birîndaran xeter e, dibe ku ew hejmar zêdetir bibe.

Hêzên hikumeta Şamê deverên li gundê Himêmat a Sehil Xab a bakurê rojavayê hemayê bi dijwarî topbaran kir.

(cx)