Rêxistina Mafên Mirovan têkildarî gora komî ya li Efrînê banga eşkerekirina bûyerê kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê destnîşan kir ku gora komî ya kesên nenas, dibe ku ya şêniyên Efrînê yên di girtîgehên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de hatine windakirin be. Rêxistinê xwest ku rêxistinên mafên mirovan biçin Efrînê û wan cenazeyan eşkere bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan têkildarî gora komî ya li Efrînê banga eşkerekirina bûyerê kir
15 tîrmeh, 2021   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê duh goreke komî ya cenazeyên 35 kesên nenas eşkere kir. malperên çeteyan û ajansa Anadolê ya rejîma Tirkiyê îdia kirin ku ew kes beriya dagirkirina Efrînê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatine kuştin.

Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî di medya dijîtal de daxuyaniyek parve kir. Rêxistinê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku axa gora komî nû ye, ji ber wê tê texmînkirin ku ew cenaze yên şêniyên Efrînê yên di dirêjahiya 3 salan de di girtîgehên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di demên cuda de hatine qetilkirine.

Rêxistina Mafên Mirovan bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl kir ku biçin bajarê Efrînê yê dagirkirî û têstan ji wan cenazeyan re çekin, da ku edalet pêk bê û îdiayên ajansa Anadolê û dezgehên çapemeniyê yên girêdayî çeteyan vala derkevin.

(cx)

ANHA