El-Şiblî: Ger çavkaniya terorê neyê çareserkirin, wê cîhanê tarî bike

Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê Mirî El-Şiblî li ser xemsariya li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞ`ê hişyarî da. El-Şiblî bal kişand ser jinûve xwebirêxistinkirina DAIŞ`ê û got, divê civaka navneteweyî bi Rêveberiya Xweser re li dijî DAIŞ`ê biryareke hevgirtî bide.

El-Şiblî: Ger çavkaniya terorê neyê çareserkirin, wê cîhanê tarî bike
15 tîrmeh, 2021   08:05
HELEB-MIHEMED EBDO

4 sal li ser rizgarkirina paytexta DAIŞ`ê û 2 sal li ser ragihandina tunekirina DAIŞ`ê li ser erdnîgariya Sûriyê, ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve derbas bûn. Ruxmî wê jî cîhan bi xemsarî nêzî vê mijarê dibe û pirsgirêkê çareser nake.

Girêdayî mijarê, Endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mirî El-Şiblî ji ajansa me re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de El-Şiblî, DAIŞ wiha pênase kir: “Ew rêxistineke sazûmankirî ya terorîst e û li ser asta cîhanê kar dike. Ew fikrek û îdeolojiyeke ku mêjiya beşek mezin a şêniyên Sûriyê û heta yên ne sûrî guhert. Hemwelatiyên dewletên cîhanê bi giştî di nava wê de ne. Ji ber wê divê ev pirsgirêk were çareserkirin.”

`QSD`Ê HÊZA YEKANE YE KU DAIŞ`Ê TUNE KIR`

El-Şiblî daxuyand ku fikrê vê rêxistinê ne tenê li ser Sûriyê, lê belê li ser cîhanê bi giştî metirsîdar e. El-Şiblî banga têkoşîna li dijî fikira wê kir û wiha domand: “QSD`ê hêza yekane ye ku ev rêxistina terorîst bi rêya belavkirina fikrên neteweya demokratîk a nûkirî tune kir û li ser vê esasê li paytexta DAIŞ`ê Reqayê bi ser ket û li Baxozê ev rêxistin tune kir. “

El-Şiblî ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Di encama tunekirina DAIŞ`ê de kampa Hol ava bû ku malbatên DAIŞ`ê tê de ne. Ev kamp bûye bombeyek û heke cîhan bi berpirsyariya xwe ranebû, ne diyar e di kijan kêliyê de biteqe. Cîhana mirovahiyê û demorkatiyê îdia dike, lê nikare vê pirsgirêka mezin çareser bike. Heke ew kesên di vê kampê de birevin, dê li ser cîhan bi giştî bibin xeteriyek.”

El-Şiblî di berdewama nirxandina xwe de îşaret bi pîvanên fikrê DAIŞ`ê kir û got ew seriyan serjê dikin, mirovan dikujin. El-Şiblî di heman demê de helwesta cîhanê şermezar kir ku heta niha li hemberî vê pirsgirêkê tu helwesteke rast nîşan nedaye.

El-Şiblî wiha domand:" Ji bo rêgirtina li pêşiya xeteriya vê rêxistinê divê destpêkê rewşa zarokên di nava kampa Holê de were çareserkirin. Divê zarok ji vî fikirî xilas bibin. Zarokê ku dema rizgarkirina Reqayê 5 salî bû, niha 10 salî ye. Tu navend ji bo ji nû ve perwerdekirina van zarokan tune ye. Ev erkeke ne hêsan e.”

Girêdayî navendên ji nû ve perwerdekirina zarokên DAIŞ`ê El-Şiblî diyar kir ku divê Neteweyên Yekbûyî (NY) û dewletên pêşketî biryareke navneteweyî bidin û van kesan ji nû ve perwerde bikin yan jî dadgeheke navneteweyî ava bikin an jî hemwelatiyên xwe bibin gel xwe.

El-Şiblî gotinên xwe wiha berdewam kir: “Rast e gelek kes hatin xapandin û tev li DAIŞ`ê bûn. Lê dîsa jî divê li ser bingeha sûcên ku pêk anîne çi kuştin an jî serjêkirina bi hezaran sivîlan bi taybet ên sûrî, werin cezakirin.”

El-Şiblî der barê helwesta cîhanê de wiha axivî: “Mixabin ew xemsar in. Bi deh hezaran ji wan di nava kampa Holê de ne û pêwîstiya wan bi xwarin, avê û jinûve perwerdekirinê heye.”

`RÊVEBERIYA XWESER LI SER HEMÛ ASTAN ŞERÊ TERORÊ DIKE`

Têkildarî astengiyên ku li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikevin El-Şiblî got: “Divê em ji bîr nekin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê şerê DAIŞ`ê dike, lê belê şerê terorê jî dike. Ez behsa çeteyên artêşa Tirk a dagirker û istixbarata wê dikim û gelek ajandiyên terorîst ên veşartî ku li şûna hêzên din li herêmê şer dikin, dikim. Xeteriya êrişên leşkerî yên li dijî herêmê, dê lez bide belavbûna vê rêxistinê û ji nû ve xwe birêxistin bike."

Girêdayî gavên ku MSD`ê di vê mijarê de diavêje El-Şiblî got: “Me gelek kongre û komxebat bi tevlêbûna Rêveberiyên Xweser li dar xistin. Me gelek DAIŞ`î radestî êlan kir da ku ji nû ve tev li civakê bibin. Bi rastî gelek jin û zarok vegerîn malbatên xwe. Ew kongre encamdar bûn ku derfeta jiyana normal ji nû ve ji wan kesan re peyda kir.”

El-Şiblî di dawiyê de bang li aliyên navneteweyî kir û ew hişyar kirin ku bi lez û bi awayekî cidî nêzî vê mijarê bibin da ku vê pirsgirêka mezin çareser bikin ku ne diyar e kengî biteqe û cîhanê bi giştî derbasî serdemeke tarî bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZCHo2Rf0oI4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>