Koçberên Idlibê: Gelek alîkarî di Bab El-Hewa re dihat, lê me tiştek jî nedidît

Koçberên Idlibê ku li kampa Ebû Qibêi yê li rojavayê Reqayê dimînin, diyar kir ku gelek alîkarî di Dergeha Bab El-Hewa re dihat, lê wan tu alîkarî nedidît, her wiha bang li Meclisa Ewlehiyê kir ku biryara dirêjkirina vekirina dergehê ku neheqiya li dijî gelê Sûriyê ye, di ber çavan re derbas bikin.

Koçberên Idlibê: Gelek alîkarî di Bab El-Hewa re dihat, lê me tiştek jî nedidît
15 tîrmeh, 2021   06:42
REQA-XALID EL-CUMA

Roja înê Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê biryara ku dergehê Bab El-Hewa ya sînorî yekane dergehê ku alîkariya mirovî tê re derbasî Sûriyê bibe, da. Lê welatî û koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar red kir, ji ber ku ev alîkarî nagihêje Sûriyê û bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Bab El-Hewa di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Cebhet El-Nusra ya berê de ku di lîsteya terorê de ye û piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker werdigirin.

Piraniya alîkariyên bi rêya vê dergehê derbas dibin nagihêje tevahiya gelê Sûriyê, lê belê ji komên çeteyan re diçe.

Der barê vê yekê de ajansa ANHA`yê nêrînên gelek koçberên Idlibê yên li kampa Ebû Qibêi ya li gundewarê başûrê Reqayê ye, girtin. Li kampa Ebû Qibêi zêdetirî hezar û 500 koçberên ji gundên Idlibê yên di bin kontrola komên çeteyan de ne ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker werdigirin, hene.

Koçberên Idlibê diyar kir ku biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ya dirêjkirina dema vekirina dergehê Bab El-Hewa biryareke siyasî ye û xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê bi giştî û koçberan bi taybet nake.

ꞌBIRYAREKE DERMIROVÎ YEꞌ

Koçber û berpirsê nuqteyeke tibî yê kampa Ebû Qibêi Hisên Elî axivî û got: "Li vê kampê piraniya me koçberên ji Idlibê û gundewarên wê ne, biryara dirêjkirina dema vekirina dergeha Bab El-Hewa û derbaskirina alîkariyên mirovî azara me zêdetir dike." 

Hisên Elî eşkere kir ku ew nizanin çawa biryayên wiha têne dayîn. Ji ber ku li dijî gelê Sûriyê neheqiyek e. Wan ev biyara bi armanca parastina mirovahiyê û alîkariya sûriyan daye, lê di rastiya xwe de dermirovî ye.

ꞌKÎ SÛDÊ JI ALÎKARIYÊN DI DERGEHÊ BAB El-HEWA RE DERBAS DIBIN WERDIGRIN?ꞌ

Hisên Elî ev xal rêz kirin:"Derbaskirina alîkariyên mirovî ji dergeha Bab El-Hewa re ku komên muxalif û Tirkiyê kontrola wê dikin, tu sûdê li koçberên Idlibê yan jî koçberên li hundirê Sûriyê yan jî welatiyekî sûrî nakin."

Elî ev li axaftina xwe zêde kir: "Di serî de komên muxalif ên li wir sûdê jê werdigirin, alîkariyên bi rêya dergehê Bab El-Hewa re derbas bibin neyên belav kirin."

Hisên Elî destnîşan kir ku koçberên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu sûdê ji van alîkariyan wernegirin, ji ber ku ew ê tenê ji komên muxalif re werin.

Elî da zanîn ku dema dergeh vekirîbûn, alîkariyan têra koçberan nedikir, piştî dergeha Til Koçerê hate girtin dê rewşa wan çawa be, ji ber ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re yekane korîdor bû, vê jî hişt pirsgirêkeke mezin ji koçberan re çêbibe û dê pirsgirêkeke mezintir ji şêniyên herêmê re çêbike."

ꞌME ALÎKARIYÊN LI IDLIBÊ DIDÎT, LÊ ME NEDISTANDꞌ

Welatiyê bi navê Ebdulhemîd Hebal destnîşan kir ku behsa kîjan alîkariyan û kîjan mirovahiyê dikin, di salên derbasbûyî de dema ku ew li Idlibê bûn, tu alîkarî bi dest nedixistin û tevî ku ew li hemberî dergehê Bab El-Hewayê bûn jî tu sûd jê wernedigirtin.

Hebal wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em nizanin çima dema vekirina dergeha Bab El-Hewa hat dirêjkirin. Ji ber di dema salên borî de vekirîbû jî ne me, ne koçberan ne jî şêniyên herêmê sûd jê digirt."

Hebal da zanîn ku ew bi xizmên xwe yên li Idlibê re didin û distînin û piştrast dikin ku ji zû ve tu parên xwarinê yan jî tenduristiyê negihaştiye wan, ew jî dema ku beriya 4 salan li wir bûn tu alîkarî nedigihaşt wan.

ꞌDERGEHA BAB EL-HEWA VEKIRÎBÛ, ME TU SÛD JÊ NEDIGIRT, WÊ DEMÊ ÇIMA DEMA WÊ HATE DIRÊJKIRINꞌ

Dema hate pirsîn ka kî sûdê ji biryara dirêjkirina vekirina dergeha Bab El-Hewa werdigire, koçberê bi navê Ebdulhemîd Hebal ev bersiv da: "Sûdmend Tirkiyê û komên terorîst ên li wir in, gotineke bi tenê nayê guhartin, em vê yekê dizanin heta gelê Idlibê yê li wir jî vê yekê dizanin."

Têkildarî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ya der barê dirêjkirina dema vekirina dergehê Bab El-Hewa ev agahî dan: "Vê biryarê jiyana bi milyonan koçber wêran kir, di heman demê de biryareke siyasî ye û rewşa  sûriyan û koçberan di ber çavan re nayê derbaskirin."

Ebdulhemîd  Hebal bi vê xalê dawî li gotina xwe anî: "Em bang li berpirsyarên NY`yê dikin ku biryara girtina dergehan di ber çavan re derbas bikin, nexasim dergehê Til Koçer ji ber ku dema em beriya 4 salan li Idlibê bûn, me tu sûd ji dergeha Bab El-Hewa wernegirt heta tu alîkarî jî nedigihaşt me, tenê komên muxalif û Tirkiyê li hev par ve dikirin."

ꞌBI VÊ BIRYARÊ MECLISA EWLEHIYÊ YA NY`YÊ LI IDLIBÊ PIŞTGIRIYA TERORA DIKEꞌ

Koçberê bi navê Ehmed Riyad axivî û got: "Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê bi vê yekê li Idlibê piştgiriya terorê dike, ji ber ku biryara dirêjkirina vekirina dergehê Bab El-Hewa û ji dergehê alîkariyan bişîne, delîlekî eşkere ye."

Riyad ev li gotina xwe zêde kir: "Komên terorîst sûdê ji vê biryarê werdigirin û dê li herêmê çalakiyên wan ên terorane zêdetir bibin, ji ber ku ew sûdmend in û koçber tu carî sûdê ji vê yekê nabînin û dê nebînin jî."

Ehmed Riyad ev dirêjî da gotina xwe: "Dergehên ku mirov sûdê jê werbigirin di bin kontrola mirovên ku mirovahiyê nas nakin de ye, ji ber ku dergehê Bab El-Hewa di bin kontrola komên muxalif de ye û tenê Tirkiyê û hevalbedên wê sûdê jê werdigirin."

Di dawiyê de koçberên Idlibê yên li kampa Ebû Qibêi ya li bajarê Reqayê dimînin bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û NY`yê kir ku dergehê Til Koçerê/El-Yarûbiyê vekin da ku alîkarî ji tevahî koçber û gelê Sûriyê re were şandin.

Girtina dergehê Til Koçer li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe sedema aloziya aborî ku 5 milyon kes lê dijîn û zêdetirî milyonek koçber jî hene, li aliyekî din malbatên çeteyên DAIŞ`ê jî hene ku xeteriyeke mezin çêdikin û barên Rêveberiya Xweser  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girantir dikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IiYYgC1LCms" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>