Rojnameyên erebî: Çareserkirina aloziya avakirina hikumeta Lubnanê di destê Ewn de ye

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî aloziya siyasî ya Lubnanê, rewşa Lîbya û metirsiyên Çînê ji tevgera Talîban, nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Çareserkirina aloziya avakirina hikumeta Lubnanê di destê Ewn de ye
15 tîrmeh, 2021   07:26
NAVENDA NÛÇYAN

RAGIHADNINA AVAKIRINA HIKUMETÊ LI BENDA BERSIVA EWN E

Destpêkê têkildarî aloziya siyasî ya Lubnanê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Ragihandina avakirina hikumeta Lubnanê îro li benda bersiva sorok Mîşal Ewn li ser koma hikumetê ya ku Seed El-Herîrî duh pêşkêş kiriye. Li gorî ku El-Herîrî ragihandiye, koma hikumetê ji 24 wezîran pêk tê û li gorî şertên însiyatîfa Fransayê û însiyatîfa serokê Meclisa Parlamanteran Nebîh Berî ye.

Li gorî agahiyan, heke serok Ewn koma hikumetê ya nû qebûl neke, dê El-Herîrî êvarê daxuyaniyekê bide. Çavkaniyên siyasî dibêjin ku ev derfeta dawî ye, heke Ewn koma hikumetê red bike dê têkiliyên wî û El-Herîrî bi temamî qut bibin û dê El-Herîrî kesayeteke Sunî ji bo serokatiya hikumetê qebûl neke.

Nivîsgeha ragihandinê ya serokatiya komarê duh dauxyandibû ku koma hikumetê ya nû ne wekî ya berê ye û serokê komarê, El-Herîrî agahdar kiriye ku dê koma nû mijara lêkolîn û şêwirê be.”

DOZA ÇETEYAN Û RÊGEHA SIYASÎ ÎRO LI SER MASEYA MECLISA EWLEHIYÊ NE

Rojnameya El-Beyan jî di karûbarên Lîbyayê wiha nivîsî: “Îro Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî têkildarî rêgeha siyasî li Lîbyayê, rûniştineke taybet li ser asta wezîrên derve li dar dixe. Çav li rê ye ku serokê hikumeta nîştimanî Ebdulhemîd El-Debîbe beşdarê bibe. Dê Fransa rûniştinê bi rêve bibe û dê rewşa Lîbyayê û di nav de doza hibijartinan, pêkanîna peymana agirbestê, derxistina hêzên biyanî û çeteyan, jihevxistina mîlîsên çekdar, endamên Kongreya Berlînê ya 2`emîn, têkçûna komxebata diyaloga siyasî ya têkildarî bingeha destûrê ya hilbijartinan, nîqaş bike.

Nûnerê navneteweyî bo Lîbyayê Jan Kubish got ku rûniştina îro derfeteke din e ji bo girtina piştgiriya navneteweyî ji bo armancên girîng ên ku gelê Lîbyayê ji xwe re danîne. Kubish dê behsa rewşa siyasî û ewlehî li Lîbyayê, pêşketinên diyalogê yên girêdayî peymana leşkerî ya 23`ê Cotmeha borî, peymana diyaloga siyasî ya li Tûnisê hatiye lidarxistin û encamên şêwirên ku şande bi aliyên şer re pêk tîne, bike.

PIŞTÎ VEKIŞÎNA AMERÎKAYÊ, GELO DÊ ÇÎN BIBE HEDEF TALÎBANÊ?

Rojnameya El-Ereb jî behsa bandorên vekişîna Washington ji Efganistanê kir û wiha nivîsî: “Hedefgirtina otobîseke Çînê li Pakîstanê û kuştina 9 kesên tê de, nîşaneya guhertina helwesta tevgerên cîhadî yên li herêmê li hemberî Çînê nîşan dide. Çavdêr dibînin ku bûyer wekî nişane ji bo Çînê bûn ku dibe piştî vekişîna hêzên Amerîka ji Efganistanê Çîn bibe hedef tevgerên cîhadî yên li herêmê.

Tevî ku hikumeta Pakîstanê bûyer wekî “şaştiyeke teknîkî” bi nav kiribû jî, lê belê hişyariyên balyozxaneya Çînê ya li Îslam Ebadê ji bo karmendên xwe û bangawaziyên ji bo biewlekirina karmendan, îdiayên Pakîstanê vala derdixe.

Di Nîsanê de Tevgera Talîbanê êrişa li dijî hotêlekê li paytexta herêma Biloşistanê Kiwêta ku balyozê Çînê lê dima, girtibû ser xwe.

Bi xurtkriina Çînê serweriya xwe li herêmê jî, şîrovekar pêşbîn dikin ku êrişên terorî li dijî Bekînê û berjwendiyên wê zêde bibin.

(cx)