Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê encamên ezmûnên asta amadehî eşkere kir

Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê encamên ezmûnên asta amadehî yên beşên wêjeyî, zanistî û pîşesazî, eşkere kir.

Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê encamên ezmûnên asta amadehî eşkere kir
15 tîrmeh, 2021   08:03
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ezmûnên asta amadehî di 6`ê Hezîranê de dest pê kiribû û di 27`ê Hezîranê de bi dawî bibûn.

Xwendekar dikarin bi rêya vê lînkê encamên xwe bibînin:

 https://desteya-pfhc.com/results/timer/index.html

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 3 hezar û 172 xwendekaran ezmûnên beşên zanistî û wêjeyî yên asta amadehî bi dawî kirin.

Li gorî Desteya Perwerdeyê, pileyên qonaxa amadehî yên beşê wêjeyî 700 e, yên beşê zanistî jî 800  e. Xwendekarê ku ji sedî 40 ji wan pileyan kom bike, serkeftî ye. Her wiha pileya serkeftinê ji bo her madeyekê ji sedî 40 ji pileya giştî ye.

(cx)

ANHA