Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnemeya şehîdekî li Minbicê eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnemeya endamekî xwe ku li Minbicê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnemeya şehîdekî li Minbicê eşkere kir
12 tîrmeh, 2021   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Navenda Çapmeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro daxuyaniyek da û tê de nasnemeya şehîd Mehmûd El-Hisên endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê eşkere kir û destnîşan kir ku Mehmûd îro dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Di daxuyaniyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya wan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnemeya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Mehmûd El-Hisên

Navê bav:  Mihemed

Navê dayik:  Şemse

Cih û dîroka jidayikbûnê: Ewsecliya Mezin 1998

Dîroka tevlêbûnê: Minbic 10.02.2020

Dîroka şehadetê: Minbic 12.07.2021

(dm)

ANHA