`Girtina dergeha Til Koçer bi berpirsyariya Meclisa Ewlehiyê re li hev nayê`

Rêxistinên civaka sivîl li Reqayê bi daxuyaniyekê girtina dergehê Til Koçer li pêşiya alîkariyên mirovî şermezar kir û piştrast kir ku ev biryar berpirsiyariya Meclisa Ewlehiyê re li hev nayê.

`Girtina dergeha Til Koçer bi berpirsyariya Meclisa Ewlehiyê re li hev nayê`
12 tîrmeh, 2021   13:01
REQA

Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî dergehê Bab El-Hewa yê di bin kontrola Heyet Tehrîr El-Şam ku di lîsteya Terorê de ye vekir û hemû dergehên din ên ji bo alîkarîdayîna bi hezaran koçberên sûrî jî girt.

Meclisa Ewlehiyê, vekirina dergehê Bab El-Hewa û girtina dergehê Til Koçer, erê kir.

Têkildarî mijarê bi dehan endamên nivîsgehên rêxistinên civaka sivîl li Reqayê kom bûn û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de girtina dergeha Til Koçer hate şermezarkirin.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka rêxistinên civaka sivîl li Reqayê Necah El-Xilêf ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de girtina dergehan li pêşiya tevgera derbasbûna alîkariyên mirovî, tenduristî û bazirganî hate şermezarkirin, nexasim dergeha Til Koçer.

Her wiha hate destnîşankirin ku girtina dergehan di nava rewşên aborî zehmet de ku welat têre derbas dibe û belavbûna vîrusa Koronayê bandor li derbasbûna alîkariyên tenduristî kir û kêmbûna barîna barana îsal bandor li aboriyê û çandiniyê kir.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û NY`yê hate kirin ku dergeha li pêşiya alîkariyên mirovî û tevgera bazirganiyê were vekirin û hate gotin ku divê siyaset ji aliyê mirovahî were cûdakirin.

Di dawiyê de hate piştrastkirin ku biryar ne li gorî berpirsiyarên Meclisa Ewlehiyê û NY`yê ye û biryara meclisê ku rewşa mirovî li Sûriyê di ber çavan re derbas nake hate şermezarkirin û banga jinûve vekirina dergehan kir.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3CNwdj13Zrc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>