Şêniyên Til Koçerê bi meşekê berxwedêrên14`ê Tîrmehê bi bîr anîn

Şêniyên navçeya Til Koçerê bi meşekê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Şêniyên Til Koçerê bi meşekê berxwedêrên14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Til Koçerê bi meşekê berxwedêrên14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Til Koçerê bi meşekê berxwedêrên14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
12 tîrmeh, 2021   13:58
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 39`emîn a berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ya girtîgeha Amedê, bi sedan şêniyên Til Koçerê ya girêdayî kantona Qamişlo daketin qadan û şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Meş bi pêşiya Baxçeyên Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Beşdaran sloganên"Bijî berxwedana girtîgehê û şehîdan" berz kirin û pankartên bi nivîsên "Bi rihê Berxwedana 14`ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin" rakirin.

Meş  li naverasta bajêr veguherî  mîtîngê. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Koçer Ebulîlah El-Kurdî axivî û êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got :"Em wekî gel hevgirtî ne û  yekitiyeke me heye, her wiha me xwe radest nekiriye û em ê xwe radest nekin jî."

El-Kurdî di dawiyê de diyar kir ku greva birçîbûnê ya 14`ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd serkeftin bû, çalakiyê vîna gelê Kurd û berxwedana wan a li dijî hovîtiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd nîşan da.

Mîtîng bi sloganên "Bijî berxwedana 14`ê Tîrmehê" bi dawî bû.

(eh)

ANHA