Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdana dozgeriyê kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin bi muwekîlê xwe hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdana dozgeriyê kir
12 tîrmeh, 2021   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin muwekîlê xwe bibînin.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an dema dîlgirtina bi komploya navneteweyî û vir ve li Girtîgeha bi Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Rêber Ocalan herî dawî 25'ê Adarê li gel birayê xwe axivîbû û axaftina telefonê hatibû birîn. Her wiha piştî 8 salan cara pêşî 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an bi parêzerên xwe re hev dîtibû. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û wir ve hemû serlêdan bêbersiv hatin hiştin.