Hemdan El-Ebid: Girtina Til Koçer durûtiya naveteweyî nîşan dide

Hemdan El-Ebid piştrast kir ku dirêjkirina dema vekirina dergehê Bab El-Hewa û girtina dergehê Til Koçer tê wateya durûtiya navneteweyî û lihevkirinên di navbera dewleta Tirk, Rûsya û Amerîkayê de.

Hemdan El-Ebid: Girtina Til Koçer durûtiya naveteweyî nîşan dide
12 tîrmeh, 2021   00:39
REQA – XALID EL-CÛMA

Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê roja Înê mekanîzmeya derbaskirina alîkariyên mirovî ji Sûriyê bi rêya dergehê Bab El-Hewa ku di bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam de ye (Cebhet El-Nusra ya berê ku li ser lîsteya terorê ye) dirêj kir. Her wiha dergehê Til Koçer jî girtî ma.

Vê biryarê bi awayekî neyînî bandor li 5 milyon gelê Sûriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi hezeran koçber di kampan de, hene.  

Têkildarî mijarê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid diyar kir ku durutî di pîvanên siyasî ji aliyê Amerîkayê ve hene û got: "Amerîka bi rêya vekirina dergehê Bab El-Hewa serî ji berjewendiyên Rûsyayê re tewand û li pey vê yekê jî lihevkirin û berjewendiyên kesayetî yên Amerîkayê hene."

Hemdan El-Ebid wiha domand: "Em dibînin ku li Sûriyê ne tenê hebûna Rûsya û Amerîkayê heye, lê belê Yekitiya Ewrupayê (YE), dewleta Tirk, Îran û Çîn jî hene. Amerîka û Koalisyona Navneteweyî li gorî plan û stratîjîka xwe ya cûda dixebite da ku berjewendiyên xwe kesayetî pêk bîne."

'5 MILYON KES LI SÛRÎ JI ALÎKARIYAN BÊ PARIN'

El-Ebid piştrast kir ku berdewamkirina girtina dergehê Til Koçer gefan li jiyana bi milyonan kes û koçber li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û ew biryarek dûrî mirovahiyê ye.

El-Ebid wiha domand: "Tişta ku me têkildarî mijara Til Koçerê dît ku Amerîka hişyarî da Rûsya û Çîn ku veto ji bo vekirina dergeh bikar neyne, ji ber ku xizmeta zêdetirî 5 milyon kes dike û ew dergehekî mirovahî ye. Lê durutî di pîvanên siyasî û lihevkirinên navneteweyî yên di vê der barê de hebûn."

El-Ebid wiha axaftina xwe domand: "Amerîka serî ji Rûsyayê re tewand, dergehê Bab El-Hewa vekir. Ev jî eşkere dike ku peyman di navbera her du dewletan de li ser hesabê gelê Sûriyê bi giştî nexasim ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heye."

'BIRYARA VEKIRINA DERGEHÊ BAB EL-HEWA SIYASÎ YE'

El-Ebid destnîşan kir ku biryara vekirina dergehê Bab El-Hewa yê li ser sînorê bi dewleta Tirk re biryareke siyasî ye û dê zehmetiyên gelê Sûriyê zêdetir bike, ji ber ew di bin serweriya dewleta Tirk û komên çete de ye û ev tişt anî ziman: "Vekirina dergehê Bab El-Hewa û berdewamkirina girtina Til Koçer dê bandorên wê yên mezin li ser gelê Sûriyê bi giştî hebe, nexasim şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

El-Ebid diyar kir ku vekirina dergehê Bab El-Hewa bi erêkirina di navbera Rûsya û dewleta Tirk de hate kirin, da ku zextê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

El-Ebid daxuyaniya Wezîrê Karê Derve yê Rûsya bibîr anî û ev nirxand kir:" Wezîrê Rûsyayê di demên dawîn de daxuyand ku divê hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtin û diyalogê di navbera xwe de pêk bînin. Ji sala 2018`an ve em amade ne û me berê gotibû ku aloziya Sûriyê eger ne bi diyaloga sûrî –sûrî be nayê çareserkirin. Lê hikumeta Şamê vê yekê bi awayekî cidî nagire. Em amade bûn û me komîteyên xwe ji vê diyalogê jî ava kiribûn."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê NY`yê careke din biryara xwe di ber çavan re derbas bike. Dergehê Til Koçer veke da ku gihaştina alîkariyan ji gelê Sûriyê re misoger bike. Gihaştina alîkariyê bi rêya dergehê Bab El-Hewa ku di bin serweriya komên çete de yên destekê ji dewleta Tirk digrin, bi guman e."

 (bx)

ANHA