Cenazeyê şehîd Ebû Feqîr hate veşartin, şehîd Gulîstan Çiya hate bi bîranîn

Cenazeyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hisên Kîko (Ebû Feqîr) bi merasîmekê bi heybet li goristana Şehîd Dicle hate veşartin. Di merasîmê de gerîlaya şehîd Newroz Bozê hat bibîranîn.

Cenazeyê şehîd Ebû Feqîr hate veşartin, şehîd Gulîstan Çiya hate bi bîranîn
Cenazeyê şehîd Ebû Feqîr hate veşartin, şehîd Gulîstan Çiya hate bi bîranîn
Cenazeyê şehîd Ebû Feqîr hate veşartin, şehîd Gulîstan Çiya hate bi bîranîn
Cenazeyê şehîd Ebû Feqîr hate veşartin, şehîd Gulîstan Çiya hate bi bîranîn
Cenazeyê şehîd Ebû Feqîr hate veşartin, şehîd Gulîstan Çiya hate bi bîranîn
11 tîrmeh, 2021   19:27
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên herêma Firatê yek ji sembolên welatparêziyê û sembola Şoreşa 19`ê Tîrmehê, fermandar û damezrînerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hisên Kîko (Ebû Feqîr) bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîd Dicle ya başûrê bajarê Kobanê spart axê. Di merasîmê de gerîlya YJA-Starê Newroz Bozê (Gulîstan Çiya) ya ku li Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk şehîd bûbû hate bibîranîn.

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêma Firatê, nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo axivî û got: "Jiyana şehîd Ebû Feqîr tijî berxwedan û têkoşîn bû, di hemû rewşên dijwar de ku Tevgera Azadiya Kurdistanê, Şoreşa 19`ê Tîrmehê û heta Berxwedana Kobanê tê re derbas bûn, li kêleka hevalên xwe bû."

Sozdar Şêxo destnîşan kir ku Ebû Feqîr yek ji damezrînerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû li ser karê xwe ma, heta roja dawî ji jiyana xwe xizmeta gelê xwe kir.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto jî axivî û ev nirxandin kir: "Şehîdan dîroka gelên xwe ya bi rojên reş dagirtî guherîn û dîrokeke tijî azadî û rûmet afirandin, şehîd Ebû Feqîr ji bo azadî û rûmeta gelê Kurdistanê tê dikoşiya."

Bi navê malbata şehîd Ebû Feqîr û şehîd Gulîstan Çiya fermandarê Meclisa Leşkerî ya Herêma Firatê Ismet Şêx Hesen got: "Em çiqasî behsa şehîdan bikin em ê nikaribin mafên wan bidin wan, ji ber ku ji bo vî gelî tişta herî giranbuha dane."

Şêx Hesen diyar kir ku Ebû Feqîr dixwest gelê Kurd mafên xwe bi dest bixin, cudahî nexist navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû têkoşîna xwe bi vî şeklî bû.

Têkildarî şehîd Gulîstan, Şêx Hesen got: "Şehîd Gulîstan di ciwantiya xwe de sînor derbas kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê, berxwedaneke bêhempa da meşandin, li dijî tevahiya êrişên dagirkeriya Tirk ên hovane şer kir, bi hevalên xwe re li ber xwe da û gihaşt asta şehadetê, li vir isbat kir ku vîna  keç û xortên gelê Kurd nepêkan e ku  were şikandin."

Dûvre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zozan Îbrahîm nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatan kirin.

Cenazeyê şehîd Ebû Feqîr di nava diruşmeyan de hate veşartin.

Şehîd Ebû Feqîr duh 10`ê Tîrmehê li nexweşxaneya bajarê Minbicê di encama nexweşiyê de şehîd bû.

Şehîd Newroz Bozê jî 12`ê Hezîranê li herêma Zapê dema li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê sekinî, gihaşt asta şehadetê.

(eh)

ANHA