Lêkolîner: Piştî biryara Meclisa Ewlehiyê dibe ku li herêmê aloziyên nû derkevin

Serkîs Ebû Zêd biryara dewamkirina girtina dergeha Til Koçer (Yerûbiyê) spart gelek sedeman, ya sereke nebûna lihevhatineke pratîkî di navbera aliyên şerê Sûriyê de ye û got: “Piştî wê biryarê dibe ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziyên nû derkevin.”

Lêkolîner: Piştî biryara Meclisa Ewlehiyê dibe ku li herêmê aloziyên nû derkevin
11 tîrmeh, 2021   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Roja Înê (9`ê Tîrmehê) Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî li ser derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê di dergeha Bab El-Hewa re erê kir, ku ew dergeh di bin kontrola çeteyên Tehrîr Şam de ye (berê Cebhet El-Nusra ya di lîsteya terorê de).

Beriya civîna Meclisa Ewlehiyê, Îrlanda û Norwêcê projeyek pêşkêş kirin û pêşniyar kirin ku mekanîzmeya gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê di dergeha Bab El-Hewa re (bakur rojavayê Sûriyê) heta salekê bê dirêjkirin û ew mekanîzma bê berfirehkirin ku di wê çarçoveyê de dergeha Til Koçer (Yerûbiyê) yê li ser sînorê Sûriye-Iraqê jî bê bikaranîn. Lê belê Îrlanda û Norwêc ketin bin bandora Rûsyayê û projeya der barê derbaskirina alîkariyan bo Sûriyê guherandin.

Piştî civîna Meclisa Ewlehiyê jî serokê Amerîkayê Jeo Biden bi serokê Rûsya Vladmîr Pûtîn re axivî. Her du serokan pesna xebatê hevbeş ên tîmên xwe piştî civîna amerîkî-rûsî kir, ku di encama civînê de biryar derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya sînor ji Sûriyê re hate nûkirin. Nûnerê navneteweyî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen biryara Meclisa Ewlehiyê ya dirêjkirina mekanîzmeya gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê bi rêya sînor, erênî nirxand. Çavdêr vê gavê wiha bi nav dikin: “Hevkariyeke navneteweyî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Serkîs Ebû Zêd daxuyand ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna di rewşeke bendewariyê de ye, ji ber ku hin tişt bi encam nebûne. Ebû Zêd got di navbera Amerîka, Rûsya, Tirkiyê, hêzên li ser erdê û hikumeta Şamê de danûstandinên pir alî hene.

Serkîs Ebû Zêd destnîşan kir ku hîna lihevhatineke pratîkî çênebûye û her tîmek hewl dide beriya gihaştina lihevhatineke dawîn, mercên xwe baş bike. Ebû Zêd wiha domand: “Dibe ku li wan herêman aloziyên nû û şer rû bidin wekî amadekarî ji bo lihevkirineke siyasî ya nêz.”

Ebû Zêd  piştrast  kir ku mijara dergehan parçeyekî herêmên bi nakok e, bi taybetî di navbera Rûsya û Tirkiyê de û wiha domand: “Têkiliyên di navbera wan de hîna bi îstiqrar nebûne, ji ber ku hin teşwîqkirinên dualî ji bo dîtina çareseriyên siyasî hene. Siyaseta polîtîzekirina dergehan bandorê li şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatlê Sûriyê jî dike ku li wir hejmareke mezin a şêniyan heye û pêwîstiya wan bi alîkarî, madeyên xwarinê û peywendiya bi derve re heye.”

Girtina dergeha Til Koçer/Yerûbiyê ku dergeha tenkane ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi derve re ye, bandoreke mezin li rewşa jiyanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku zêdetirî 5 milyon mirov lê dijîn. Her wiha ji ber ku bi hezaran koçberên ji hundirê Sûriyê û bi deh hezaran koçberên ji herêmên ku dewleta Tirk vê dawiyê dagir kirine, lê herêmên bi cih dibin.

 ' SIYASETA POLÎTÎZEKIRINA DERGEHAN DEMKÎ YE'

Ebû Zêd bal kişand ser siyaseta polîtîzekirina dergehan û got ew qonaxî û demkî ye û wiha dewam kir: “Ji bo gihîştina çareseriyekê û di nav de çareserkirina rewşa dergehan, di navbera hemû aliyan de peywendiyên veşartî hene. Ji lew re, divê hemû hêzên heyî bi awayekî cidî hewl bidin çareseriyeke siyasî ji vê mijarê re bibînin.”

Ebû Zêd îşaret bi siyasetên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Pirsgirêk sereke ew e ku Tirkiyê hîna rewşa xwe zelal nekiriye. Ji aliyekî ve ew hewl dide Rûsya razî bike, ji aliyekî din ve jî hewl dide têkiliyên xwe yên dîrokî bi Ewropa û Amerîkayê re vegerîne. Di van aliyan de nakokî hene.”

Nivîskar û lêkolînerê siyasî wiha behsa rola hêzên li herêmê kir: “Divê rewşa xwe zelal bikin û serwerî û rola xwe vegerînin, da ku karibin alîkariyan ji gelê herêmê re peyda bikin.”

Ebû Zêd di nirxandina xwe de bibîr xist ku berjewendiyên Rûsya hene û dixwaze bi rêya lihevkirinên beşî wan pêk bîne û wiha dewam kir: “Lê belê stratejiyek vê mijarê bi rê dibe. Bi nêrîna min ev tişt destpêka diyalogekê di navbera hemû hêzên li herêmê de ye ku amadekarî jê re tê kirin. Ji ber ku nabe wiha dewam bike û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber tîbûn, kêmbûna avê û madeyên xwarinê, alîkariyên derve û veguhestina bi ewle di navbera herêman de, azaran dikişîne.”

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Serkîs Ebû Zêd di rojname û kovarên Lubnanê wekî “El-Nehar, Sefîr, Diyar, El-Hîwar El-Erebî, El-Dîfaa, Mewaqif û hwd” de gelek gotar û lêkolîn belav kirine.

(cx)

ANHA