ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-07-2021'AN
11 tîrmeh, 2021   23:00

-Şêniyên bajarê Qamişlo û navçeya Til Koçerê bi meşekê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê têkildarî biryara Konseya Ewlekariyê ya girtina dergehên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û vekirina dergehê Bab El-Hewa yê li Idlibê daxuyaniyekê didin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Komunist a Şoreşgerî ji bo şermezarkirina hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirekr re di êrişên wê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyaniyekê li qada Jina Azad a Kobanê dide, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundên navçeya Zirganê de ziyanên mezin gihiştin milkên şêniyan. Şêniyan diyar kirin ku ew ê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin û dev ji gundên xwe bernadin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevan Ertugrul Mavîoglu der barê serdana Erdogan a Amedê de axivî û got, Erdogan ne tenê li Amedê li tu cihekî din tiştên ku dixwaze êdî nikare bi dest bixe.

- Serkîs Ebû Zêd biryara dewamkirina girtina dergeha Til Koçer (Yerûbiyê) spart gelek sedeman, ya sereke nebûna lihevhatineke pratîkî di navbera aliyên şerê Sûriyê de ye û got: “Piştî wê biryarê dibe ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziyên nû derkevin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemdan El-Ebid piştrast kir ku dirêjkirina dema vekirina dergehê Bab El-Hewa û girtina dergehê Til Koçer tê wateya durutiya navneteweyî û lihevkirinên di navbera dewleta Tirk, Rûsya û Amerîkayê de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Kobanê got, dewletên di Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê de kom bibûn dixwazin gelê herêmê birçî bimîne da ku li gorî xwesteka xwe bi çarenûsa wan bilîzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Taborên koçberên Efrînê li pêşiya stasyonên sotemeniyê dirêj dibin, da ku 20 lîte mazot bi dest bixin. Hikumeta Şamê jî siyaseta birçîkirinê li dijî şêniyên kantona Şehbayê dewam dike û nahêle ku madeyên sereke wekî sotemenî, derman û madeyên xwarinê bigihêjin herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Dewleta Tirk di çarçoveya qirkirina siyasî de dixwaze HDP`ê bigre û qedexe bike. Lê helwesta gel li dijî vê siyasetê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dibe ku bibe aktoreke girîng a serkeftinê û binketina hewldanên dewleta Tirk. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi armanca xurtkirina fikir û sekina li hemberî şerê taybet, Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bernameyeke dayîne perwerdeyê ji bo jinên taxê danî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberên Kongreya Star û nivîsgehên jinan ên Heleb û Tebqayê sûcên li dijî jinan şermezar kir û got, qetilkirina Eyde û Aye ji siyasetên şerê taybet e. Jinan banga hevgirtinê li hemberî van siyasetan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê di çarçoveya çalakiyên "Têkoşîna li dijî hişbirê" de meşekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Paqijî yek ji girîngtirîn faktor e ku di havînê de belavbûna nexweşiyan bi sînor dike û bi hevkariya şaredariyê, meclisa tenduristiyê û gel, hawîrdorek paqij tê afirandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA