Rojnamevan Mavîoglu: Hêviyên Erdogan li Amedê têk çûn

Rojnamevan Ertugrul Mavîoglu der barê serdana Erdogan a Amedê de axivî û got, Erdogan ne tenê li Amedê li tu cihekî din tiştên ku dixwaze êdî nikare bi dest bixe.

Rojnamevan Mavîoglu: Hêviyên Erdogan li Amedê têk çûn
12 tîrmeh, 2021   02:54
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Rojnamevan Ertugrul Mavîoglu der barê çûyîna serokê AKP’ê Erdogan a Amedê de ji servîsa tirkî ya ANHA’yê re axivî. Mavîoglû di axaftina xwe de got: ‘’Erdogan di axaftina xwe de got, pêvajoya çareseriyê ji aliyê HDP’ê û tevgera azadî de hatiye bidawîkirin. Feqet ew çi dibêje bila bibêje, wê nikare ser rastiyên ku her kes dizane bigire.’’

Beriya çûyîna Erdogan amediyan di roportajên ku dabûn ragihandinê de gotibûn ku ew naxwazin serokê AKP’ê Erdogan biçe Amedê. Rojnamevan Mavîoglû bal kişand ser vê xwesteka amediyan û wiha got: ‘’Erdogan rexmî ku amediyan gotin bila neyê, çû Amedê. Li wir behsa şaristaniya hemdemî kir. Balkêş e di axaftina xwe de negot ka şaristaniya hemdemî çi ye. Navçeya Sûrê hilweşandiye, ji nû ve wek zindana tîpa F çêkiriye. Ma gelo şaristaniya hemdemî ev e? Li her kolanê polîs daniye. Bi her şêweyî tacîz tê kirin. Ji xwe li ber çavan e bê ka şaristaniya wan di çi astê de ye.’’

‘WELAT KIRIN ZINDANEK FIREH’

Mavîoglû got, girseya ku ji bo Erdogan li Amedê kom bibû ji der ve de birine Amedê û bi wan jî slogana, bijî serok Erdogan dane avêtin, ev jî dide xuyakirin bê ka peyva serok ji bo wan çiqas girîng e. Mavîoglû bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên li ser kurdan tên bikaranîn û ev nirxandin kir: ‘’ Erdogan dibêje ku wan înkar û pişaftin ji holê rakirine. Lê em dizanin bê ka yekî ku bi zimanê kurdî diaxive rastî çi zextê tê. Mirov, ji ber nasnameya xwe her tim di bin zextê de ne. Di bin şert û mercan de çawa dikarin bibêjin ku me ev polîtîka ji holê rakiriye.’’

Erdogan di axaftina xwe ya li Amedê de gotibû ku wê zindana Amedê ku bi îşkence û berxwedanî tê naskirin bikin muzexaneya çandî. Mavîoglû der barê vê axaftinê de jî got: ‘’Ya rast ew e ku dixwazin hafizayek dîrokî ji holê rabikin. Wisa dibêjin lê li aliyê din jî welat bi giştî kirine wek zindan.’’

Der barê armanca çûyîna Amedê de jî Mavîoglu got, Erdogan bi vî şeklî girseya Kurd ku jê qut bûye careke din paşde bizivirîne, lê ev yek êdî ne pêkan e.

Mavîoglû wiha axivî: ‘’Rêya hilbijartina pêşwext di Amedê re derbas dibe. Di serê wan de çi fikir a rast merov tam nikare fêhm bike. Dibe ku amadekariya hilbijartineke pêşwext dikin. Ji bo vî dixwazin li pey rayên kurdan ketine. Lê ya ku derket holê, rastî eleqeya kurdan nehatin. Tişta ku hêvî dikir li Amedê nedît.’’

HESABÊN MECLISA BÊ HDP’Ê TÊ KIRIN

Ertugrul Mavîoglû der barê doza girtina HDP’ê de jî got : ‘’ Vîna kurdan ji aliyê deshilatdarên Tirk ve tune tê hesibandin. Vîna 6,5 mîlyon û nîv kurdan desteser kirin. Li şûna HDP’iyan qayum bi cih kirin. Ihtîmala mezin hesabên meclisek bê HDP'ê dikin. Niha hesab dikin bê ka bê HDP’ê çûyîna hilbijartinan wê çi feyde bide wan. Xwest li Amedê çavdêriyeke wisa jî bike. Lê ya rast her kesek jî dizane ku ger kurd tune bên hesibandin wê demokrasiya welat bi awayekî mezin jê neyînî bandor bibe.’’

'JI BO AKP’Ê RÊYA DERKETINÊ NEMAYE'

Ertugrul Mavîoglû, dema çûyîna Erdogan a Amedê jî nirxand û got, ‘’ Di demeke ku li ser birêz Abdullah ocalan tecrîd hatiye ferzkirin. Di girtîgehan de greva birçîbûnê heye. Di demeke wisa de çûyîna Amedê û ji amediyan hevî kirin bê wate ye. AKP-MHP’ê ne tenê li Amedê li tu cihekî tirkiyê êdî nikare tişta ku dixwaze bi dest bixe. Ya rast rêya derketinê ji bo AKP’ê nemaye.’’

Rojnamevan Ertugrul Mavîoglû di dawiya nirxandina xwe de got, ji bo ku Tirkiye demokratîk bibe pêwîstî bi îtîfaqek demokratîk heye û got ger ku ev pêk neyê wê piştî AKP’ê jî heman pirgirêk berdewam bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0eOQ38sn36w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>