​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ê li ber xwe bidin

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundên navçeya Zirganê de ziyanên mezin gihaştin milkên şêniyan. Şêniyan diyar kir ku ew ê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin û dev ji gundên xwe bernadin.

​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ê li ber xwe bidin
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ê li ber xwe bidin
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ê li ber xwe bidin
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ê li ber xwe bidin
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ê li ber xwe bidin
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ê li ber xwe bidin
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ê li ber xwe bidin
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ê li ber xwe bidin
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ê li ber xwe bidin
12 tîrmeh, 2021   01:46
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Gundên Hermela, Niwêhat, Xedrawî û Dad Ebdal ên girêdayî navçeya Zirganê ya kantona Hesekê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi dijwarî hatin topbarankirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê ji barageha dagirkeriyê ya li gundê Dawidiyê êriş birin ser gundên navborî ku tenê 1 km dûrî herêmên dagirkirî ne.

Ji ber topbaranê zirarên mezin gihaştin mal û milkên sivîlan. Têkildarî vê yekê şêniyan diyar kir ku ew ê li gundên xwe bimînin û ji Tirkiyê û çeteyên wê re nehêlin.

Mihemed Xelef ê ji gundê Niwêhat got: "Piştî êrişên dagirkirinê yên Tirkiyê yên li dijî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî, êriş û topbarana li ser gundên me ranewestiyane, em li ewlehî û aramiyê digerin, me tiştek bi Tirkiyê nekiriye ku me rojane topbaran dike, zarokên me ji dengên topban gelekî ditirsin."

Xelef anî ziman ku ew dev ji gundê xwe bernade û ev li gotina xwe zêde kir: "Tevî topbarana rojane, lê dîsa jî em ê li ser erd û malên xwe bimînin û ji çeteyên Tirkiyê re nehêlin ku armanca wan talankirin û desteserkirina mal û milkên me ye, me êrişî Tirkiyê nekiriye, ji lew re bila bihêle em bi aramî û ewlehî bijîn."

Şêniya bi navê Elya Ehmed a ji gundê Hermela ku mala wê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye topbarankirin jî got: "Em li mala xwe rûniştîbûn, me dengên topbaranê bihîst ku rasterast gund dikir armanc, piştî êrişên Tirkiyê barê me girantir bû, ji ber ku ewlehî û aramiyê dike armanc."

Elya Ehmed ev xal rêz kirin: "Rojeke aram di ser me re nebuhiriye, em her roj bi xeteriya Tirkiyê re rû bi rû ne."

Di wêne û dîmenên ku ji gundên navborî hatine kişandin de, dijwartiya topbaranê û asta ziyanên ku bi xwe re anîne diyar dibin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5watg_alsFg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>