Aldar Xelîl: Berxwedana 14’ê Tîrmehê dibistana me ye, jê fêrî têkoşîn û berxwedanê bûn

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl da zanîn ku berxwedana 14’ê Tîrmehê rûnahiya rêya têkoşînê û berxwendanê ye û dibistaneke ku gelê Kurd jê fêrî pransîba berxwedanê bû.

Aldar Xelîl: Berxwedana 14’ê Tîrmehê dibistana me ye, jê fêrî têkoşîn û berxwedanê bûn
11 tîrmeh, 2021   19:19
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Girkê Legê ji endamên xwe re ji bo bîranîna berxwedana 14’ê Tîrmehê civînek li Navenda Aram Tîkran a Çand û Hunerê ya Rimêlanê li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/07/11/185045_2021-07-11-girke-civine-pyd-28129.webp

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl axivî û wiha got: "Çirûska berxwedana 14’ê Tîrmehê bingeha derketina Tevgera Rizgariya Kurdistanê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû û heta derketina tevgera demokrasî li Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam bû."

Xelîl wiha domand: "Berxwedana 14’ê Tîrmehê xwe dispêre pransîba "Berxwedan Jiyan e" û qurbaniya ji bo armancên pîroz, her wiha kesayetên şoreşger di civaka Kurdistanê de derketin û li hember faşîsta Tirk li ber xwe da, ew yek jî bi berxwedana girtîgehan û greva birçûbûnê heta mirinê pêk hat."

Xelîl wiha gotina xwe berdewam kir: "Berxwedana girtîgehan rêya rêxistin û destpêkirina şoreşa me diyar kir, da ku bibin gelê berxwedêr, her wiha berxwedana 14’ê Tîrmehê dibistana ku em jê fêrî têkoşînê bûn, her astengiyan dikişînin û rêya rast dişopînin."

Xelîl gotina xwe wiha bi dawî kir: "Berxwedana 14’ê Tîrmehê ronahiya rêya têkoşîn û berxwedanê ye ku rihên wê heta şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çû û bi wê re şoreşa civaka azad hat afirandin ku civak xwe bi xwe bi rê ve dibe."

Civîn bi diruşmên silavkirina berxwedana şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê bi dawî bû.

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hTcpQTjTAIs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>