Partiya Sûriya Pêşerojê li ser zanebûna siyasî komxebatek li dar xist

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn û Şehbayê, bi navê "Zanebûna siyasî ya civakî li gel pergala nû ya cîhanî" komxebateke diyalogê li dar xist.

Partiya Sûriya Pêşerojê li ser zanebûna siyasî komxebatek li dar xist
11 tîrmeh, 2021   16:47
ŞEHBA

Komxebat li navenda partiyê ya navçeya Fafînê bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî, Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekitiya Rewşenbîran û rûspiyên eşîrên herêmê hate lidarxistin

Di komxebatê de du mijar hatin nîqaşkirin; Zanebûna siyasî û di çarçoveya projeya demokratîk de çareserî.

Komxebatê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê

Meryem têkildarî mijara yekemîn a komxebatê behsa girîngiya siyasetê ya di jiyana rojane de û çawa ku dewletên kapîtalîst siyasetê ji bo xizmeta ajandeyên xwe bi kar tînin, kir.

Mijara duyemîn a bi  navê "Di çarçoveya projeya demokratîk de çareserî"  ji aliyê endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn û Şehbayê Mihemed Weys ve hate nirxandin. Di vê mijarê de bal hate kişanidn ser girîngiya avakirina civaka demokratîk, piştgiriya projeyên ku xizmeta civakê dikin û li dijî kapîtalîstê disekinin. Her wiha banga parastina nirxên mirovahî û şaristaniya wê hate kirin.

Beşdaran li ser her du mijaran nêrînên xwe anîn ziman. Di dawiyê encamnameya komxebatê ji aliyê endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn û Şehbayê Mihemed Beyrem ve hate xwendin.

Encamname wiha ye:

"Ji baweriya me ku zanebûna siyasî hêmanekî sereke yê pêşketina gelan û bidestxistina azadiya wan e, erka me wekî kesayet, partî û sazî avakirina nifşekî zane ye ku ji bûyerên ku li derdorê diqewimin û bandorê li çarenûsa gelê me dike, têghiştî be. Zanebûna siyasî bi dûrketina ji teqlîdê û dûrketina ji siyasetên heyî yên dewletan ku wêneyeke ne rast li ser siyasetê parve dikin, tê avakirin. Ji bo parastina destkftiyê me, divê destek ji saziyên siyasî, civakî û çandî were pêşkêşkirin. Her wiha divê em li hemberî planên dagirkeriyê yên ku fikirê tundraw û şofînist belav dikin, bibin bend û projeya xwe ya demokratîk a pirrengî xurt bikin.

Di encamên nîqaşan de, em gihiştin ku pêwîste ev xal werin pêkanî:

1-Li dijî belavkirina fikirên tundraw û nijadperest û ji rakirina hişmendiya desthilatdariyê divê xebatke cîdî were meşandin.

2-Diviê rêgeza zanist di destên civakê de be û tevahiya derfetên pêşketinê werin misogerkirin, da ku cemawer pêş bikeve û xurtir bibe.

3-Tevahiya pêwîstiyên çandî û fikirî ji hemû beşên civakê re werin peydakirin da ku aloziyê xetimandina fikirî were derbaskirin.

4-Siyaseteke zanistî ku li gorî rêgeza ku tevahiya beşên civakê nêrîna xwe di qada siyasî de bidin, were meşandin.

5-Siyaset ji çand û exlaq neyê veqetandin.

 

6-Rêbazê siyaseta heyî ya ji aliyê desthilata navendî ve were şikandin û zanebûna siyasî were pêşxistin.

7-Têkiliyên civakî, zanebûneke siyasî li ser bingeha biratiya gelan a di çarçoveya neteweya demokratîk de pêwîst dike.

8-Bi rêya van çalakiyan em dikarin li dijî hegemoniya cîhanê bisekine ev jî bi rêya xurtkirina neteweya demokratîk misoger dibe.

Li ser vê yekê erka tevahiya saziyên me yên civakî û siyasî ye ku di aliyê siyasî xwe pêş bikeve ."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/53N16KB5LpU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>