Firina otomatîk ya li gundewarê Dirbêsiyê nan ji bo 90 gundî peyda dike

Bi armanca peydakirina nan û dabînkirina hewcedariyên welatiyan Meclisa Bajarokê Sêgir bi hevkariya Meclisa Navçeya Dirbêsiyê hewl dide li bajarokê firinekê vekin. Heta niha ji sedî 80 ji firinê  hatiye avakirin.

Firina otomatîk ya li gundewarê Dirbêsiyê nan ji bo 90 gundî peyda dike
11 tîrmeh, 2021   08:02
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Di demên dawî de li navçeya Dirbêsiyê ji ber ku kalîteya nanê firinê otomatîk baş bû û piştî ku nirxa turika nan  siyahî bilind bû, şêniyan berê xwe didin firina otomatîk da ku nan bikirin. Vê yekê bi xwe re aloziyek çêkir.

Li ser vê yekê Meclisa Bajarokê Sêgir a girêdayî navçeya Dirbêsiyê biyar stand ku li bajarokê firineke otomatîk veke, da ku barê firina otomatîk a li navenda bajêr sivik bike û tavilê madeya nan ji welatiyan re peyda bibe.

Bajarokê Sêgir dikeve başûrê navenda navçeya Dirbêsiyê ya li ser rêya Hesekê. Ji aliyê îdarî ve girêdayî Meclisa Navçeya Dirbêsiyê ye ku derdora 30 kîlometreyan dûrî wê ye. Her wiha 90 gundan digire nava xwe, li ser 72 komînan belav dibe û serjimariya wê jî digihêje 10 hezarî.

Şêniyên bajarokê Sêgir niha nanê xwe ji firina otomatîk a li navenda Dirbêsiyê peyda dike.

Piştî xebatên du mehan heta niha ji sedî 80 ji xebatên avakirina firinê bi dawî bûye. Piştî ku Rêveberiya Firin û Aşan ruxseta avakirina firinê da, ji bo her rojekê 3 ton ard hate veqetandin. Ev miqdar rojane nan ji bo nîvê şêniyên bajarokê peyda dike.

Hevserokê Meclisa Bajarokê Sêgir Îsmaîl Mihemed axivî û got: "Me dest bi vî karî kir da ku zehmetiyên welatiyan sivik bikin. Bajarok 30 kîlometreyan dûrî navenda navçeyê ye û ev dihêle ku bi derengî nan bigihêje welatiyan, li aliyekî din jî dûrahiya di navbera wan de dibe astengî."

Îsmaîl Mihemed bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî:"Ji ber zexta pir a li ser firina otomatîk a li navenda navçeyê, bandor li kalîteya nên tê kirin."

(eh)

ANHA