Çiyayê Kurêjehro hate bombebarankirin

Dagirkeriya Tirk bi balafirên şer Çiyayê Kurêjehro yê Şêladizê bombebaran kirin.

Çiyayê Kurêjehro hate bombebarankirin
11 tîrmeh, 2021   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker îro Çiyayê Kurêjehro yê Şêladizê bombebaran kirin.

Têkildarî ziyanên ku di encama bombebaranê de çêbûne, ti agahî nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê ve êrişeke berfireh li dijî Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin. Li hemberî wan êrişan gerîlayên HPG/ YJA-Starê berxwedaneke efsanewî raber didin.

(cx)