Li Nexweşxaneya Dil û Çavan emeliyeteke din a dil bi serketî derbas bû

Piştî emeliyetên dil ên vekirî, duh  li Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişloyê yekemîn emeliyeta "dil lêdanê" li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate çêkirin û bi serkeftî derbas bû.

Li Nexweşxaneya Dil û Çavan emeliyeteke din a dil bi serketî derbas bû
11 tîrmeh, 2021   15:32
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Beriya vekirina Nexweşxaneya Dil û Çavan li Qamişlo emeliyetên dil û hwd li nexweşxaneyên Şam, Heleb û Humisê dihatin çêkirin. Ji ber vê yekê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neçar diman ku biçin wan parêzeran û azarên rê û lêçûnê dikişandin.

Ji bo sivikirina azarên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nexweşxaneya Dil û Çavan li Qamişlo vekir. Amadekariyên vekirina vê nexweşxaneyê bi mehan dewam kir. Piştî demeke kurt jî li nexweşxane beşa taybet bi emeliyeta dil a vekirî hat vekirin. Ji 21’ê Çileya îsal ve emeliyetên dil ên vekirî tên çêkirin.

/ar/uploads/files/2021/07/11/132251_shwrsh-mwsa.webp

Têkildarî mijarê, bijîşkê emeliyeta dil ê li Nexweşxaneya Dil û Çavan, Dr.Şoreş Mûsa got, heta niha 22 emeliyetên dil li nexweşxaneyê hatin çêkirin û hemû jî bi serkeftî derbas bûn.

Mûsa wiha domand: "Bi demê re nexweşxane bi awayekî baş bi pêş ket, duh yekemîn emeliyeta dil lêdanê ku emeliyeteke girêdayî ya dil a vekirî ye hate çêkirin. Ev emeliyet li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn e û ji ber şert û hestiyariya wê li ser Sûriyê ya cûda bû."

Der barê cudahiya emeliyeta dil a vekirî ji emeliyeta dil lêdanê de Mûsa wiha pê de çû: "Emeliyeta dil a vekirî normal e, tê de lêdanên dil tên sekinandin û alava dil a çêkirî tê leckirin. Ev alav berpirsê dil û pişikê ye heta emeliyet bi serketî derbas dibe. Lê emeliyeta dil lêdanê, hîna dil lê dide pêk tê. Bi wê re di dema emeliyetê de dil nayê sekinandin û tu alava dil a çêkirî nayê leckirin."

‛EMELIYET BI SERKETÎ DERBAS BÛ’

Mûsa da zanîn ku pêdiviya emeliyeta dil lêdanê bi şertên taybet heye, ev emeliyet dema ku rêjeya xeteriyê li gel nexweş bilind be tê çêkirin, bi wê re nexweş azar bêhnvedan an jî felca mejî yan jî êşa pişikan dikişîne. Mûsa wiha domand: "Nexweşê ku emeliyet jê re hatiye kirin 64 salî bû, azara felca mejî dikişand. Lê da ku em nehêlin ev êş li gel wî zêde bibin, me emeliyet kir."

Li aliyekî din jî nexweşê bi navê Sabit Mistefa yê ku jê re emeliyet hatiye kirin wiha got: "Ez 3 saetan di bin emeliyetê de mam. Niha tenduristiya min baş e û spasiya tevahî bijîşk û hemşîreyên nexweşxaneyê têkildarî hevkarî û baldariya wan dikim."

Her wiha Dr.Şoreş Mûsa diyar kir ku pêdiviya emeliyetê bi pisporî û lezbûnê heye û wiha lê zêde kir: "Tevahî endamên tîmê yên ku tev li emeliyetê bûne pispor bûn, ji lew re emeliyet bi serketî derbas bû. Em ê ji vir û pê ve mîna van emeliyeta berdewam bikin."

Mûsa wiha gotina xwe bi dawî kir: "Di mehên bê de dî emeliyeta dil ji zarokekî re were çêkirin.."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sBTJAABglHY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>