Li Tebqayê biryara girtina dergeha Til Koçerê hate şermezarkirin

Rêxistinên Civaka Sivîl ên Tebqayê biryara NY’yê ya mayîna girtina dergeha Til Koçer li pêş alîkariyên mirovî şermezar kir, her wiha bang kir li rex gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û azarên wî yên ji ber girtina dergehan bisekinin.

Li Tebqayê biryara girtina dergeha Til Koçerê hate şermezarkirin
11 tîrmeh, 2021   15:00
TEBQA

Rêxistinên Civaka Sivîl ên Tebqayê daxuyaniyek li ser biryara NY’yê ya mayîna girtina dergeha Til Koçerê li pêş alîkariyên mirovî yên navneteweyî û tevgera aborî, da.

Hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl ên Tebqayê Setam El-Ferec daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Civaka me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku azarên şer û koçberkirinê ji 10 salan ve dikişîne û piştî rizgarkirina wê ji qirêjiya terorê, îro di krîzeke mirovî û aborî ya tund re derbas dibe, ew jî bi sedema siyasetên navneteweyî yên ku li berjewendiyên xwe li ser hesabê gel û azarên wî, digerin.

Ji dêvla civaka navneteweyî li rex gelê me bisekine ku azarên wê sivik bike, tevahî dergehên mirovî bi taybet dergeha Til Koçerê digire. Lê dergeh damarên jiyanê yên gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Em bêdengiya navneteweyî li hember azarên gelê me şermezar dikin, her wiha bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mirov û hiqûqî û dewletên aktîf dikin ku li kêleka gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û dergehên mirovî ku pişikên herêmê û damarên sereke ne vekin.

Divê civaka navneteweyî fişarê li hikumeta dewleta Tirk bike ku ava çemê Firatê berde ku wek berê vegere."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4kKoagbshsA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>