Li Şedadê mamoste derbasî dewreyên perwerdeyê bûn

Li Şedadê zêdetirî hezar û 64 mamoste tev li dewreyên perwerdeyê yên peymangehan bûn.

Li Şedadê mamoste derbasî dewreyên perwerdeyê bûn
11 tîrmeh, 2021   15:54
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Li navçeya Şedadê û gundewarên wê bi armanca pêşxistina asta mamoteyên qonaxa seretayî dewreyên perwerdeyê yên havînî hatin vekirin. Li ser vê yekê zêdetirî hezar û 64 mamoste tev li perwerdeyê bûn.

Komeleya Perwerdê ya Şedadê  ji bo pêşwazîkirina mamosteyan 3 peymangeh vekirine; peymangeha El-Beyronî, peymangeha Elawî El-Salih û peymangeha Ebdan e.

 Gerînendeyê Komeleya Perwerdê ya navçeya Şedadê Mihemed El-Cerad wiha got: "Da ku asta mamoste bilind bikin û bi pêş bixin û bandoreke erênî li asta perwerdeyê ê bike, Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Xweser peymangehên havînê vekirin. Waneyên ku dê werin dayîn pedagojî, bîrkarî, zanist û zimanê erebî ne."

El-Cerad wiha domand: "Komîteya Dibistanan a Şedadê ji nêzî mehekê ve dest bi amadekirina peymangehan ji aliyê pîşesazî û teknîkî, her wiha belavkirina mamoste û rêveberiyan li navendan kir."

El-Cerad destnîşan kir ku hejmara mamosteyên ku tev li van dewreyan bûne nêzî hezar û 64 e û li ser 3 peymangehan belav bûne.

El-Cerad eşkere kir ku ew niha li ser aliyê rêxistinî yê girêdayî dîsplînkirina mamoste û belavkirina wan, dewam û belavkirina waneyan li mamosteyên pispor dixebitin.

Dewreya perwerdeyê ya mamosteyên seretayî dê mehekê dewam bike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UKOy-EI2Nao" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>