Hikumeta Şamê bi biryarên nû azara welatiyan zêdetir dike

Hikumeta Şamê bihayê her lîtreya mazotê rakir 500 lîreyên sûrî û bihayê tûrê nan jî rakir 200 lîreyên sûrî.

Hikumeta Şamê bi biryarên nû azara welatiyan zêdetir dike
11 tîrmeh, 2021   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa fermî ya SANA, Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezêxeran a hikumeta Şamê, ragihandiye ku biryar ji vê sibehê de dikeve meriyetê, bihayê lîtreya mazotê 500 lîreyên sûrî ji bo hemû sektorên giştî û taybet e. Her wiha li gorî wezaretê bihayê tûrê nan jî 200 lîreyên sûrî ye.

Beriya bihabûnê, lîtreya mazotê 180 lîreyên sûrî bû û tûrê nan jî bi 100 lîreyên sûrî bû.

Ev biryar dê bibe sedema bilindkirina bihayên piraniya madeyên xwarin, çandinî, pîşesazî û veguhastinê, her wiha dê êş û azara welatiyên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de zêde bike.

Li gorî SANA, hikumeta Şamê sedema bilindbûna bihayê mazotê bi bilindbûna bihayê nefta cîhanî û dorpêça ku li ser hikumetê hatiye ferizkirin, girê da.

(dx)