Piştî xwendina xwe li Misirê temam kir, vegeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Li Misirê piştî ku fêrî tiba temamker bû û bawername wergirt, berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li gundê xwe kilînîk vekir û di pîşeya xwe de pîvanê mirovî dibîne.

Piştî xwendina xwe li Misirê temam kir, vegeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Piştî xwendina xwe li Misirê temam kir, vegeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Piştî xwendina xwe li Misirê temam kir, vegeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Piştî xwendina xwe li Misirê temam kir, vegeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Piştî xwendina xwe li Misirê temam kir, vegeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Piştî xwendina xwe li Misirê temam kir, vegeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê
10 tîrmeh, 2021   08:53
RÊNAS REMO-QAMIŞLO

Piştî ji Navenda Fransî ya Zanistên Tibî ya Qahîreyê bawernameya di tiba temamker de wergirt, vegeriya gundê xwe û di kilînîka xwe de nexweşan bi buhayeke kêm derman dike.

Xalid Ebas El-Hesen ê ji şêniyên gundê Girê Mergê yê girêdayî navçeya Tirbespiyê got:"Ez giriginyê didim tiba temamker. Min destpêkê li Şamê ev pîşe xwend, piştre li peymangeheke fransî ya li bajarê Îskenderiyê ya Misirê xwend û piştî du salan min xwendina xwe temam kir."

El-Hesen da zanîn ku tiba temamker li ser esasê îsbatên zanistî hatiye peyitandin û hewl dide sûdê ji tevahiya rêbazên dermankirinê yên biyolojîk, derûnî û civakî werbigire, em bi tiba temamker bi nav dikin ji ber ku berdewamkirina tibê, ne ku alternatîf e.

El-Hesen ev li gotina xwe zêde kir:"Tiba temamker ji tiba nûjen cudatir e, ji ber ku made û li şûna dermanên kîmyawî ku li ser nexweşan bandore dihêle, dermanên xwezayî bi kar tîne."

Di tiba temamker de, derziyên "Çînê" têne bikaranîn û li cihên diyar ên di laş de tê lêxistin, da ku hin nexweşiyan derman bike yan jî bi armanca razana nişdarî ye.

Tiba temamker şêwazê ecametan (hicame) ku bi rêya qedehan xwînê laşê mirov dikişîne, her wiha bi rêya mêşên hingiv û dermanên xwezayî bi kar tîne.

Têkildarî mekanîzmeya dermankirinê Xalid El-Hesen destnîşan kir ku ew tansyon û pileya germahiya laşê nexweş digire, da ku binêre ka ji dermankirinê re amade ye yan na, her wiha li rewşa derûnî ya nexweş dinêre.

El-Hesen dema nexweşan derman dike, mêşên hingiv bi kar tîne, ji ber ku xwedî girîngiyeke mezin e ji bo canê mirovan.

Xalid El-Hesen di pîşeya xwe de pîvanê mirovahî dibîne û diyar kir ku bê pere kesên feqîr  derman dike  û wiha dewam kir:"Min xwest kilînîka xwe ya tiba temamker li gundê xwe vekim da ku xizmên min  sûdê ji vê pîşeyî werbigirin. Ji lew re min biryar stand ku ji Misirê vegerim, Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

(eh)

ANHA