Rojnameyên erebî: Carek din destekdayîn ji terorîstên li Sûriyê re hate dayîn

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijara gihaştina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re, pejirandina yek dergehê ji aliyê Meclisa Ewlehiyê ve ku di bin serweriya terorîst de ye û aloziya bendava Nehdayê kir.

Rojnameyên erebî: Carek din destekdayîn ji terorîstên li Sûriyê re hate dayîn
10 tîrmeh, 2021   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

MECLISA EWLEHIYÊ MEKANÎZMEYA GIHADNINA ALÎKARIYAN BI RÊYA SÎNORÊ SÛRIYÊ DIRÊJ KIR

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-EwsAt wiha nivîsî: "Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî di civîna roja înê de bi giştî li ser wê yekê li hev kir ku biryara 6 mehan dikare were dirêjkirin lê li gorî şertên mekanîzmeya gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re bi rêya sînor û bêyî erêkirina Şamê.

Pêşbirk di navbera du projeyan de heye. Ya yekemîn a Îrlanda û Norwêc û ya duyemîn a Rûsyayê ye. Lê dema dirêjkirinê bû mijara nîqaşê, DYA dibêje ew heta salekê ye, Rûsya jî teqez dike ku ew ji bo 6 mehan e û dibe ku were dirêjkirin.

Ji ber dengdanê şêwir heta kêliyên dawîn dewam kir. Diplomatekî ku nexwest navê xwe eşkere bike got ku Amerîka dixwaze gihandina alîkariyan bi rêya dergeha Bab El-Hewa heta salekê dirêj bike lê Rûsya dixwaze tenê 6 mehan bin da ku zextê ji bo danûstandina bi hikûmeta Sûriyê re bike.”

PIŞTÎ CIVÎNA MECLISA EWLEHIYÊ: JI BER VÊ YEKÊ ETYOPYA BI SER KET Û MISIR BI BIN KET

Têkildarî aloziya bendava Nehdayê jî rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Endamên civîna Meclisa Ewlehiyê ya  girêdayî dosyaya bendava Nehdayê ne li gorî xwesteka Misir û Sûdanê bûn nexasim piştî ku dosyaya wê vegeriya Yekitiya Afrîkayê bêyî ku tu dem jêre were dayîn her wiha Qahîre û Xertûm banga vê yekê kir û ev jî destkefiyek ji Etyopyayê re bû."

Wezareta Karên Derve ya Etyopya roja Înê got destekdayîna Meclisa Ewlehiyê ji bo navberkara Afrîkayê di çareserkirina aloziya benda Nehdayê de danûstandinên bi serkêşiya Yekitiya Afrîkayê, xurt dike.”

(bx)